​​​​​​​Jinên ciwan ên Minbicê nerazîbûn nîşanî qetilkirina Jîna Emînî da

Yekitiya Jinên Ciwan a Minbicê qetilkirin  Jîna Emînî şermezar kir û bang li rêxistinên jinan û yên qanûnî kir ku li ber sûcên li dijî jinan rabin.

Endamên Yekitiya Jinên Ciwan a Minbicê  li  hev kom bûn û bi daxuyaniyekê qetilkirina Jîna Emînî ji aliyê rejîma Îranê şermezar kir.  Endama Yekitiya Jinên Ciwan Emîne Osman daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de tevahî sûcên dewletên kaptalîst ku bi armanca kolekirina gel û jinan, têne kirin hatin şermezar kirin û heta gotin ev ku dewletan hêza jinan û îradeya wan a ji bo azadiyê dizanin, ji ber vê yekê van sûcan pêk tînin.

Di daxuyaniyê de îşaret bi qetilkirina Jîna Emînî hate kirin û heta gotin, Jîna Emîn qebûl nekir ku di bin zulma qanûnên rejîma Îranê de bimîne, qetilkirina Jîna karekî dermirovî ye, bi rêbazekî hovane hat qetilkirin.

Di daxuyaniyê de bang li tevahî rêxistinên mirovahî û rêxistinên taybet ên jinê hat kirin ku li hember sûcên dûrî mirovahî bisekine.

Kombûn bi berzkirina diruşmeyên şermezarkirina qetilkirina jinan bi dawî bû.

(dm)

ANHA


Mijarên Din