Jinên ciwan ên PYD banga serhildanê li dijî planên dewleta Tirk kir

Rêxistina Jinên Ciwan a PYD‘ê şaxê Helebê hewdana dewleta Tirk a dagirkirina herêma Zînî Wertê ya Başûrê Kurdistanê şermezar kir û bang li hemû jinên ciwan kir ku li hemberî dagirkeriyî serî hildin.

Jinên Ciwan ên Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) ya şaxê Helebê ji bo balê bikşînin ser êriş û binpêkirinên dewleta Tirk a dagirerk li pêşiya avahiya buroyê kom bûn û daxuyaniyekî parve kirin. Di daxuyaniyê de  banga yekitiyê û serhildana li dijî hemberî planên dewleta Tirk ên dagirkiriyê kir.

Di daxuyaniyê de hat gotin, dewleta Tirk a dagirker bi êrişên xwe yên domdar ên li dijî herêmên Kurdistanê hewl dide nasname û dîroka gelê ji holê rake.

Hate diyarkirin: "Gelê me bi fedekariya ciwanan serkeftinên mezin li Bakur û Rojhilatê Sûriyê de qezenc kirin û di oxira azadiyê de xwîn da. Niha dewleta Tirk a dagirker hewl dide destkeftiyên gelê me têk bibe, êrişî gorên şehîdan ê Bakurê Kurdistanê dikin, herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Başûrê Kurdistanê topbaran dikin. Ev delîlê asta tirsa wê ji gelê Kurd e."

Di daxuyaniyê de bang li jinên Kurd, bi taybet jinên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê hate kirin ku li hemberî dagirkeriyê yekitiya xwe ava bikin, serî hildin û yekitiya netewî pêk bînin.

Piştî xwendina daxuyaniyê dirûşmeyên silavkirina berxwedanê jinê hatin berzkirin.

ANHA


Mijarên Din