Jinên ciwan ên Reqayê amadekariyên konferansa xwe dikin

Yekîtiya Jinên Ciwan a Reqayê bi armanca amadekariyên lidarxistina  konferansa xwe ya sêyemîn, civînek lidar xist.

Yekîtiya Jinên Ciwan a Reqayê bi armanca amadekariyên lidarxistina konferansa xwe ya sêyemîn ku tê payîn di mehê Gulanê de civînek lidar xist.

Di civînê de endamên Meclisa Jin a herêma Ekîrşî, Meclisa Jin a Xatûniyê, Meclisa Taxa Rimêla amade bûn.

Piştî deqeya rêzgirtinê Rêvebera Yekîtiya Jinên Ciwan Medya Mihemed axivî, serkeftinên QSD‘ê yên li dijî çeteyên DAIŞ‘ê pîroz kir û anî ziman ku ev serkeftin bi pêşengtiya jinên têkoşer ên ku li dijî hişmendiya DAIŞ‘ê şer kirin pêk hat.

Medya bang li jinan kir ku rola xwe ya pêşeng di civakê de vegerîn.

Piştre 5 komîte ji bo amadekariyên konferansê bikin hatin avakirin, "Perwerde, Aborî, Tenduristî, Zanist û Şîret".

Beşdaran jî der barê pirsigêrkên girêdayî jinên ciwan û rêbazên çareserkirinê nêrînên xwe anîn ziman, da ku di konferansê de werin nîqaşkirin.

Tê payîn ku konferans di meha Gulanê de were lidarxistin

ANHA


Mijarên Din