Jinên ciwan: Pêngava me wê ji binpêkirinan re bibe bersiv

Jinên ciwan ên Kobanê kiryarên dewleta Tirk  a dagirker ên li herêmên dagirkirî şeremzar kirin û gotin pêngava wan wê ji binpêkirinan re bibe bersiv.

Tevgera Jinên Ciwan li hemberî êriş û sûcên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li herêmên dagirkirî, bi taybet sûcên li dijî jinan, pêngavek bi diruşmeya "Em dibêjin na" li gelek deverên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ragihand.

Di çarçoveya pêngavê de gelek çalakî, ji daxuyanî û meş hatin lidarxistin.

Li bajarê Kobanê, Tevgera Jinên Ciwan di 17'ê Îlonê de meşek ji bo şermezarkirina sûcên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî jin û zarokan meşek li dar xist.

Têkildarî mijarê endama Yekitiya Jinên Ciwan Xunv Xelîl, sûcên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên ên li dijî jin û zarokan li herêmên dagirkirî şermezar kirin û got: "Dewleta Tirk komkujiyan li djiî sivîlan pêk tîne, jin û zarokan direvînin û bi awayekî hovane wan êşkence dikin, ji ber vê em dibêjin ji wan sûcan re na."

Jina ciwan a bi navê Zîlan Ehmed tundiya li djiî jin û zarokan şermezar kir û banga parastina mafên û zarokan li rêxistinên mafên mirovan kir.

Endama Yekitiya Jinên Ciwan a Kobanê Bêrîtan Fedekar diyar kir ku pêngava ku Yekitiya Jinên Ciwan ragihandiye wê ji binpêkirinên dewleta Tirk a dagirker re bibe bersiv û wiha axivî: "Ji ber ku dewleta Tirk êrişî kurdan dike û tundiyê li dijî jin û zarokan pêk tîne. Em li dijî dagirkerî û siyasetên wê yên dijberî gelê me ne, em ji qetilkirina jin û zarokan re dibjin na."

ANHA


Mijarên Din