Jinên DAIŞ‘î careke din hewl dan tevliheviyê di kampa Holê de derxînin- HATE NÛKIRIN

Jinên DAIŞ‘î yên di kampa Holê de careke din hewl didin aloziyê di kampê de derxînin û îdeolojiya tundraw belav bikin.

Li gorî agahiyên ku hatine bidestxistin, jinên DAIŞ‘î yên sûrî û iraqî yên di beşê 7‘an ê kampa Holê de ala çeteyên DAIŞ‘ê hildan û mîna xwepêşandanekî bi rêxistin kirin.

Jinan dirûşmeyên wekî "Dewleta Îslamê maye" avêtin.

Hêzên ewlekariya kampê kombûn ji hev xist û hejmarek jin girtin.

Endama Rêveber a Hêzên Ewlekariya Kampê diyar kir ku jinên hatine girtin di lêpirsînê de ne.

Hate diyarkirin ku hin kesên ji derveyî kampê talîmat dan ku kombûnê çêbikin û ala DAIŞ‘ê hildan.

Tevî ku DAIŞ‘ê derbeyên giran ji aliyê QSD‘ê ve xwarin, ev yek îsbat dike ku hîna bi îdeolojiya tundraw a DAIŞ‘ê ve girêdayî ne.

Kampa Holê mezintirîn û xetertirîn kampên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye. Di kampê de zêdeyî 66 hezar kes ji koçber û penaber hene. Di nav de zêdeyî 40 hezar malbatên çeteyên DAIŞ‘ê yên sûrî, iraqî û biyanî hene.

ANHA


Mijarên Din