Jinên DAIŞ`î hewl da koçberekî bikujin

Jinên DAIŞ`î yên di kampa Holê de hewl da karkerên ku miriyan defin dikin, bikujin.

Abdulrehman Ezîz di definkirina miriyan li kampa Holê de dixebite. Îro di saetên sibê de ji aliyê jinên DAIŞ`î ve rastî hewldana kuştinê hat. Di encama wê de Ezîz rakirin nuqteya tenduristiyê da ku were dermankirin. Li gorî agahiyên kadroyên tenduristiyê dane, rewşa wî giran e.

Der barê hewldana kuştina koçberê bi navê Abdulrehman Ezîz li kampê de hêzên ewlehiya kampê destnîşan kir ku hindek jinên DAIŞ`î hewl da Ezîz ku di meclisa Iraqî de karê definkirina miriyan dike, bikujin. Her wiha hêzên ewlehiyê got ew der barê bûyerê de lêkolînê dikin.

Her wiha der barê rewşa Abdulrehman Ezîz de bijîşkên li nuqteya tenduristiyê destnîşan kir ku rewşa wî giran e, ji ber ku hewl dane wî serjê bikin, hindek bendikên deng û damar hatine qutkirin û ew ji ser hişê xwe ve çûye.

Kampa Holê ji mezintirîn kampên li herêmên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye. 71 hezar kes, ji wan koçberên Sûriyê û penaberên Iraqê, her wiha jin û zarokên çeteyên DAIŞ`ê tê de dijîn.

Li kampa Holê rojane rewşên wiha çêdibin. Jinên DAIŞ`ê û bi taybet ‘Muhacîrat’ kesên ku ne li gorî fikrên radîkal ên DAIŞ`ê tev bigere, tundiyê lê dikin.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn –Jin roja duh cenazeyê jineke DAIŞ`î di beşa 8`an a kampê de dît ku jin û zarokên DAIŞ`î yên Sûriyê tê de dijîn. Li gorî lêpirsînan ku ew jin ji aliyê jinên DAIŞ`î ve hatiye kuştin.

(bx)

ANHA


Mijarên Din