Jinên DAIŞ’î yên biyanî dixwazin vegerin welatê xwe

Jinên biyanî ku tev li çeteyên DAIŞ’ê bûne, îşaret pê kir ku di nav çeteyan de rastî tundî û zilmê hatine û dixwazin vegerin welatên xwe.

Li kampa Holê ku li rojhilatê bajarê Hesekê ye, 73 hezar koçber û penaber hene. Ji wê jî zêdetir malbatên çeteyên DAIŞ’ê jî tê de dimînin.

Rêveberiya kampa Holê beşeke taybet ji jinên biyanî re ku nêzî 11 hezaran in, erkdar kiriye. Hin ji wan jinan poşman in ku tev li çeteyan bûne û dixwazin vegerin welatên xwe. Lê hin jinên dîtir jî hê jî bi fikrên çeteyan bawer in.

Ji wan jinan, jina bi navê Seidiyê Ekrem ku ji Ozbekistanê ye, di 13 saliyê de tev li çeteyan bûye. Dema tê Sûriyê, çete wê dibin bajarê Tebqayê û bi çeteyekî ji hemwelatiyên Iraqê re dizewicînin. Piştre diçe Tilefer û El-Qaêm ên Iraqê.

Seidiyê Ekrem got ew bi xizmên xwe re hate Sûriyê û bavê wê tev li çeteyan bûbû û wiha domand: "Piştî zilma ku me di refên DAIŞ’ê dît, bavê min xwest bireve û ji nav wan derkeve, lê nekarî. Dûre me bihîst ku hatiye kuştin."

Seidiyê îşaret pê kir ku DAIŞ’ê bi navê îslamê şer kir, lê qanûn û kiryarên wan dûrî îslamiyetê bûn û wiha da zanîn: "Hedefa wan ew bû ku kuştin, talan û dizîna xêr û bêrên welatan bikin."

Sediyê bal kişand ser ku piştî tevlêbûna nava çeteyan rastî gelek ziyanan hatin. Daxwaz ji aliyên pêwendîdar kir ku bihêlin ew vegerin welatên xwe.

Ji aliyê xwe ve jî Muhîra Tahir ji Ozbekistanê (39) wiha berdewam kir: "Bi hevjînê xwe re hatim Sûriyê. Di destpêkê de li Minbicê bi cih bûm, piştre em li gelek bajarên Sûriyê geriyan."

Muhîra got hevjînê wê hatiye kuştin, lê ew ta niha der barê wî de tu agahiyan nizane.

Di berdewama axaftina xwe de Muhîra îşaret pê kir ku piştî kuştina hevjînê wê tevî gelek jinan li malekî bi cih bûn, lê çeteyan bi ser malê de girt û li hemû jinan da û wiha pê de çû: "Di dema êrîşkirina çeteyan de, li El-Bexdadî pirsiyam, di heman demê de çeteyan bi awayekî hovane ji ber min li El-Bexdadî pirsiye, li min da."

Di dawiyê de Muhîra banga hêsankirina vegera li welat kir û wiha domand: "Ez ji zilmê westiyam, dixwazim vegerim jiyana xwezayî."

(fr)

ANHA


Mijarên Din