Jinên Deşîşa: Em hemû şervan in û em ê piştgiriya QSD`ê bikin

Jinên bajarokê Deşîşa yê navçeya Şedadê soza piştgiriya ji QSD`ê re nû kirin û sûcên artêşa Tirk û çeteyên wê yên li dijî sivîlên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar kirin.

Jinên bajarokê Deşîşa yê girêdayî navçeya Şedadê ya kantona Hesekê ya herêma Cizîrê êrişên artêşa Tirk û çeteyên wê yên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê nexasim ên li dijî Eyn Îsayê ku ji dawiya sala derbasbûyî ve pêk tên, şermezar kirin.

https://www.hawarnews.com/ar/uploads/files/2021/01/16/212553_dhha.jpg

Têkildarî mijarê endama Kongreya Star şaxê Deşîşa Duha Cibrîl axivî û got ku armanca sereke ya Tirkiyê û çeteyên wê dagirkerin e û wiha gotina xwe dewam kir: "Dewleta Tirk rasterast dixwaze herêmê dagir bike û em jî vê yekê qebûl nakin."

Duha Cebrîl destnîşan kir ku Tirkiyê û çeteyên wê yekitiya pêkhateyên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dike armanc, da ku bi rêya şaneyên xwe fitneyan çêke. Duha di nava gotinên xwe de îşaret bi sûcên li dijî jin, zarok, şêxan û koçberkirina bi hezaran malbatên di malên xwe de bi ewle dijiyan, kir.

ꞌDAGIRKIRINA HERÊMÊN BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRIYÊ NE PÊKAN Eꞌ

https://www.hawarnews.com/kr/uploads/files/2021/01/16/214836_.jpg

Li aliyekî din jî endama Komîteya Aborî ya Meclisa Deşîşa Hind Letîf El-Xidêr axivî û diyar kir ku dagirkirina herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ne pêkan e, ji ber pêkhateyên wê yekitiya xwe ava kiriye û şervanên wê jî ji bo rizgarkirina gel ji terorê canê xwe feda kirine.

Hind Letîf El-Xisêe da zanîn ku şêniyên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi yekitî û hevgirtina xwe dikarin li dijî êriş û hewldanên dagirkirina xaka xwe bisekinin û wiha gotina xwe bi dawî kir: "Armanca me ne tenê parastina Eyn Îsayê ye, lê belê berxwedan û vegera herêmên ku Tirkiyê ew dagir kirine, ji Efrînê bigire û heta bi Serêkaniyê."

ꞌEM HEMÛ ŞERVAN INꞌ

https://www.hawarnews.com/ar/uploads/files/2021/01/16/212657_dsc_2025.jpg

Endama Kongreya Star Sîham Salih jî axivî û îşaret bi berdêlên ku QSD`ê di eniyên şerê li dijî Tirkiyê û çeteyên wê de dane, kir û diyar kirk u ew piştgiriya QSD’ê dikin.

(eh)

ANHA


Mijarên Din