Jinên Dêrazorê bi rêxistibûnê dibin hêz

Ev bû salek ku QSD’ê gundewarên rojhilatê Dêrazorê ji çeteyên DAIŞ’ê rizgar kirine. Jinên herêmê piştî têk birina DAÎŞ bi rêxistinê dibina hêza sereke ya civakê.

Jin, li rojhilatê gundewarên Dêrazorê ji ber binpêkirinên çeteyên DAIŞ`ê di dema di navbera sala 2014`an heya Adara 2019`an de gelek êş û zehmetî kişandin. Çeteyan, lixwekirina cilên reş li jinan ferz dikir û nedihişt bê zilam ji malê derkevin. 

Piştî ku herêm ji DAÎŞ'ê hate rizgarkirin jinan xwe bi rêxistinkirin û bûne hêza sereke ya civakê. 

Endama rêveber a Komîteya Jinan a bajarê Hecînê Nûr Sultan, di derbarê xwe bi rêxistinkirina jinan de got: "Rola jinan di dema DAIŞ`ê de qels bû û hema bêje tune hatibû hesibandin. Gelek dijwar bû ku jin li derveyî sînorên mala xwe kar bike."

Lê niha û piştî herêm ji DAÎŞ'ê hate rizgarkirin jinan xwe bi rêxistinkirin û bûne hêz. Jinan di heman demê de di saziyên Rêveberiya Xweser de jî cih girtin. Ji tecrubeyên jinan li li herêmên din ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê sûd wergirtin.

Bê gûman ev tekoşîna jinan pir bi hêsanî derbas nebu. Lê niha di gelek aliyan de guhertinên berbiçav çêbûn. 

Nûr Sultan wiha domand: "Piştî rizgarkirina herêmê Rêveberiya Xweser derî li pêşiya jinê vekir ji bo kar bike û pişta xwe bide hêza xwe ya cewherî. Destpêkê me sazî û meclis ava kirin. Her ku dem derbasbû tevlêbûna jinan jî zêdetir bû."

Nûr Sultan sedema wê jî du egeran vegot; a yekê fikra ku DAIŞ`ê di hişê şêniyên herêmê de bi taybet ên têkildarî jinan, çandine. Ya dûyem jî fikrê meclisan û xebitîna jinan li herêmê nû bû û got: “Ji bo wî hindek zehmetî hatin kişandin. Lê niha êdî şênî bi xwe tev li karê di komîn û meclisan de dibin.”

BI RÊJEYA JI SEDÎ 50 JIN TEV LI SAZÎ Û MECLISAN BÛN

Bi destpêkirina avakirina meclisên sivîl û herêmî û saziyan, jinê dest bi kar kir. Êdî di meclis û saziyan de cihek taybet bo jinê têkildarî karûbarên wê çêbû.

Niha jinên rojhilatê gundewarên Dêrazorê cihê xwe di 130 komînan de digirin. 11 meclisên ku bajarokên cuda yên herêmê bi rê ve dibin, ava kirin. Her wiha komîn û meclisan bi rêya pergala hevserokatiyê bi rê ve dibin. Di nava meclîs û komînan de de komîteyên taybet ên jinan hene. 

Ya ku bala mirov dikişîne rêjeya bilind a tevlêbûna jinan di saziyên mîna şaredarî, perwerde, tenduristî, heta warê siyasî de (Partiya Pêşerojê ya Sûriyê) û Hêzên Ewlekariya Hundirîn. Li gorî berpirsên wan saziyan rêjeya tevlêbûna jinan gihaşt rêjeya ji sedî 50.

Tevî wê jî saziyên jinan yên taybet hene. li Dêrazorê meclisên jin û komîteyên jin ên ku li her bajarokek û navçeyek rojhilatê gundewarên Dêrazorê kar dikin hatine avakirin.

PÊWÎSTIYA PROJEYAN BI PIŞTGIRIYÊ HEYE

Ruxmî ku rojhilatê gundewarên Dêrazorê bi taybet Baxozê li ser asta navneteweyî navdar bû. Ji ber şopandina dezgehên çapemeniyê yên cîhanî şerê Baxozê, lê ev herêm piştî rizgarkirinê hatiye paşguhkirin. Tenê Rêveberiya Xweser û Meclisa Sivîl a Dêrazorê bi derfetên xwe ên sînordar piştgiriya herêmê dike.

Li rex wê Meclisa Jinan a Hecînê di 11`ê Mijdara 2019`an de ava bû. Meclis armanc dike desteka madî û manewî bide jinan û dozên wan çareser bike.

Endama rêveber a Meclisa Jinan a Hecînê Fatme El-Dexîl dibêje meclis li gorî derfetên xwe yên sînordar jî hewl didin ku ji bo rêxistina jinan xebatê xwe mezintir bikin. 

Fatme destnîşan kir ku meclisê dewreyên perestar û fêrkirinê xwendin û nivîsandinê vekirine. Meclis hewl dide projeyên din ên girêdayî jinan li herêmê vebike.

Hevseroka Meclisa Herêmî ya bajarê Hecînê Ayde Colan diyar kir ku herî zêde jinên ku hevjînên wan şehîd bûne û barê malbatê hemû ketiye ser milê wan, zehmetiyan dikişînin. Colan got: “Ev rêje pir bilind e, digihêje ji sedî 80’yî. Lewra, ji bo ew jin bikarin zarokên xwe xwedî bikin, pêwîstî bi projeyên aborî heye da ku alîkariya wan jinan bê kirin. Jin ji ber xizanî û tunebûna aliyên destekdayînê di civakê de gelek zehmetiyan dikişînin. Lê rêjeyek ji wan cihê xwe di komînan de girt da ku pişta xwe bidin xwe."

(şx)

ANHA


Mijarên Din