Jinên Dêrazorê êdî di komînan de xwe birêxistin dikin

Rêveberiya Jin a Dêrazorê li bajarokê El-Hîsan a li gundewarê rojavayê Dêrazorê 7 komîn ava kirin.

Rêveberiya Jin a Dêrazorê, li gundewarên rojavayê Dêrazorê  avakirina komînên jinan dewam dike.

Îro jî jinan bi armanca rêxistinkirina jinan di komînan de civîn lidar xistin. Di civînekê de bi dehan jin amede bûn û li bajarokê El-Hîsan 7 komîn ava kirin.

Civîn bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir, paşê endama di rêveberiya jin de Fatime Ehmed têgeha komîn û girîngiya wê ji jinên beşdar re şîrove kir.

Jinan serok û cîgirên her komînekê hilbijartin, di her komînekê de 5 komîte (komîteya lihevanînê, komîteya tenduristiyê, komîteya aborî, komîteya parastin û komîteya perwerdê) ava kirin.

ANHA


Mijarên Din