Jinên Dêrazorê: Hêviya me Efrîn jî rizgar bibe

Jinên gundewarên Dêrazorê gotin, ew bi serkeftina QSD û şervanên jin serbilind in û hêvî kirin di demeke nêzî de Efrînê jî ji dagairkeran rizgar bibe.

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) di 23‘yê Adarê de rizgarkirina Baxozê û têkçûna DAIŞ‘ê ragihand. Jinên Dêrazorê ku beşdarî pîrozbahiya salvegera damezrandina Partiya Pêşerojê ya Sûriyê ya şaxê Dêrazorê bûn, gotin, ew bi serkeftinên QSD‘ê û berxwedana jinên şervan serbilind in.

Endama Buroya Jin a Partiya Pêşerojê ya Sûriyê ya Dêrazorê Eyşe Mesûd: Em îro salvegera yekemîn a damezirandina Partiya Pêşerojê ya Sûriyê û serkeftina mezin a Hêzên Sûriyeya Demokratî li dijî DAIŞ‘ê pîroz dikin. Çeteyan jin ji mafê wan bê par hiştibûn û li bazaran difrotin.

Seroka Buroya Partiya Pêşerojê ya Dêrazorê, Sûriya El-Ehemd: Ez rizgarkirina Dêrazorê ji aliyê Hêzên Sûriyeya Demokratîk pîroz dikin û bi hêvî ne ku serkeftina herî mezin li Efrînê pêk were û çete û dagirkeriya Tirkiyê jê werin qewitandin. Bi rizgarkirina Dêrazorê re jin rola xwe ya pêşeng di rêvebirina civakê de vedigerîne.

Şervana YPJ‘ê Bêrîtan Amanos: DAIŞ di aliyê leşkerî û erdîngarî de şikest. Serkeftina Hêzên Sûriyeya Demokratîk serkeftineke mirovî ye. Em soz didin hemû gelê xwe û hemû jinan ku em ê têkoşîna xwe ji her qadan de, siyasî, leşkerî û sivîl mezin bikin û civakeke ewle û aştî ava bikin û jinan ji zulmê rizgar bikin.

Endama Rêveberiya Jin a Dêrazorê Hiyam El-Ehmed: Ez salvegera damezrandina Partiya Pêşerojê ya Sûriyê û serkeftina Hêzên Sûriyeya Demokratîk ji çeteyan pîroz dikin. Banga min ji bo hemû jinan yekîtiya xwe ava bikin û têkoşîna xwe ya ji bo azadî û avakirina civakeke demokratîk mezin bikin.

ANHA


Mijarên Din