Jinên Dêrazorê: Me çawa DAIŞ têk bir, em ê dagirkeriya Tirk jî têk bibin

Jinên Dêrazorê kiryar û binpêkirinên dagirkeriya Tirk li Efrînê bi rêya lêkirina dîwarê parçekirinê şermezar kirin.

Dewleta dagirker a Tirk di kiryar û sûcên xwe de li Efrîna dagirkirî berdewam e. Niha jî dîwarê parçekirinê lê dike ku Efrînê ji Sûriyê qut bike. Di vê derbarê de jinên Dêrazorê îşaret pê kir ku armanc ji van binpêkirinan ew e ku dagirkeriyê ferz bike û Efrînê tev li xaka Tirkiyê bike.

Fatme Mihemed ji şêniyên bajarokê Kîsra ye û destnîşan kir ku Efrîn bajarekî Sûriyê ye û çi qas dagirkeriya Tirk hewl bide jê qut bike jî dê bimîne bajarekî Sûriyê û wiha domand: "Em qutkirina xaka Sûriyê napejirînin û red dikin û em ê têkoşîna xwe bilind bikin ta têkbirina dagirkeriya Tirk."

Sîham Newaf lêkirina dîwarê parçekirinê û bêdengiya navdewletî der barê van kiryaran de şermezar kir û wiha axivî: "Dewletên cîhanê hevparên dagirkeriya Tirk in bi van binpêkirinan."

Ji aliyekî din ve jî Leyla Xelef wiha got: "Em ê li hember dagirkeriya li ser xaka Sûriyê bisekinin û piştevaniya me ji şêniyên Efrînê re dê bidome. Fena çawa Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) çeteyên DAIŞ’ê têk birin, dê dagirkeriya Tirk jî têk bibe û ew jî bi saya biratiya gelan û jiyana hevbeş e."

(fr)

ANHA 


Mijarên Din