Jinên Dêrazorê xwe bi rêxistin dikin

Hêzên Ewlehiya Hundirîn-Jin a Dêrazorê rolek di rûniştandina ewlehiya herêmê û parastina şêniyan bi taybet jinan ji êrîşên ku rastî wan tên dilîzin.

Hêzên Ewlehiya Hundirîn a taybet bo jinê li herêmên Dêrazorê ji dema ku herêmên hatine rizgarkirin ava bûye.

Ji destpêka avakirina hêzan ve jinên herêmê ji ber zulm û paşguhkirina ku di dema DAIŞ`ê de dîtine, beşdarî nav refên hêzan dibin.

Di salek û nîv de 6 navendên Hêzên Ewlehiya Hundirîn a Jin li gelek herêmên girêdayî bajarê Dêrazorê hatin vekirin û hejmara endamên jin gihaşt zêdetirî 85.

Endamên Hêzên Ewlehiya Hundirîn a Jin beşdarî dewreyên perwerdeyên  girêdayî rola jin di civakê de bi taybet parastina ewlehiya şêniyan tevî perwerdeyên leşkerî.

Endam xwe birêxistin dikin, beşdarî dewreyan dibin û li ser bendên kontrolê disekinin. Endamên jin cihên xwe di gelek beşên hêzê de digirin jê serdegirtin, têkoşîna li dijî sûcan û gelek beşên din.

Di destpêka avakirinê de gelek astengî rastî endamên jin hatin, jê ya herî girîng neqebûlkirina şêniyan ji fikrê tevlibûna jinan re bû. Lê ev tişt hêdî hêdî piştî ku endaman karînên xwe di parastina civakê de isbat kirin rabû.

Fatme El-Rehîl endama hêzê diyar kir ku sedema sereke ya tevlibûna wê zulma ku jinan ji ber DAIŞ`ê kişandine û wiha got: "Me gelek ji zihniyeta pergalên zordest kişandiye û em ji mafên xwe bê par man."

Endama bi navê Nûr El-Hisên got: "Ji destpêka avabûna hêzê ve em beşdar bûn. Destpêkê em rastî gelek astengiyan hatin. Lê bi saya perwerdeyên ku me dîtine yên ku me bi rastiya jina azad dan naskirin, me ew astengî derbas kirin."

Girêdayî heman mijarê endama rêveber a Hêzên Ewlehiya Hundirîn-Jin Xezale Ehmed destnîşan kir ku endamên jin li ser gelek beşên hêzê belav bûne û rolek di parastina herêmê de bi taybet jinê ji êrîşên çeteyan dilîzin.

Xezalê tekez kir ku niha gelek jin beşdarî hêzê dibin û got: "Ji ber ku ketin ferqa rastiya hêzê, niha beşdarî dibin û hewl didin tevahiya jinên herêmê rizgar bikin."

(şx/bm)

ANHA


Mijarên Din