Jinên Efrînê: Heya pêkanîna armancên çalakgeran em têkoşîna xwe didomînin

Jinên Efrînê tekez kir ku ew dê têkoşîna li hember dagirkeriya Tirk mezin bikin û ew piştgiriya berxwedêrên grevên biçîbûnê yên bi pêşengiya Leyla Guven dikin.

Çalakiya greva birçîbûnê ya ku parlamentera Partiya Gelan a Demokratîk (HDP) a Culemergê Leyla Guven di 8`ê Mijdara 2018`an de dest pê kiriye, tevî bi sedan girtiyên di zindanên Tirkiyê de berdewam e. Çalakger bidawîbûna tecrîda ku li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatiye ferzkirin, armanc dikin.

Gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji roja yekemîn a hemleyê ve, li çalakiyê xwedî derket. Her wiha qad ji çalakgeran û piştevaniyên hemleya grevên biçîbûnê vala nebûn.

Kongreya Star a Herêma Efrînê piştgiriya xwe bi hemleyê re bi rêya organîzekirina çalakiyên cur bi cur didomîne. Herî dawî lidarxistina çalakiya konvedanê li navçeya Ehdas ji bo rojan bi dirûşma `Bi berxwedana zindanan em ê bi ser bikevin û azadiya rêber Apo mîsoger bikin` pêk hat.

Jinên Efrînê yên ku piştgiriya hemleya grevên biçîbûnê yên bêdem û bêdorveger dikin, ji ajansa me re axivîn.

Jina bi navê Esmehan Resûl got: "Berxwedan ji kevneşopiya me ye. Ji ber wê heya pêkanîna armancên xwe em dest ji berxwedanê bernadin."

Esmehan bal kişand ser ku ew dê piştgiriya hemleya grevên biçîbûnê heya dawiyê bikin û ji berxwedanê gav paşde naavêjin. Esmehan dît ku azadiya jinan bi azadiya Ocalan ve girêdayî ye. Ocalan da ku jin bigihîjin azadiyê û ji koletiyê derxe hewl da û tê koşiya. Ji ber wê heya bidawîkirina tecrîdê dê ranewestin.

Jina bi navê Xedîce Îbo destnîşan kir ku ew piştgiriya hemleya grevên biçîbûnê dikin û heya pêkanîna azadiya Ocalan dê çalakiyên xwe bidomînin.

Jina bi navê Sozan Mistefa jî behsa hevgirtina tevahiya gelan û pêkhateyan bi berxwedana çalakgerên grevên birçîbûnê mîna ku piştgiriya Berxwedana Serdemê kirine, kir û got: "Ev berxwedan bersivek ji siyasetên dagirkeriya Tirk e ku tecrîdê li Ocalan ferz dike û Efrîn dagir kir. Ji ber wê gelê Efrînê dibîne ku pêkanîna azadiya Ocalan û rizgarkirina bajarê xwe yê dagirkirî ji erkên wî ye."

Kongreya Star çalakiyên piştgiriya hemleya grevên birçîbûnê di 16`ê Gulanê de ji nû ve dest pê kir û dê heya 9 rojan dê bidomin.

(şx)

ANHA


Mijarên Din