Jinên Efrînê ji rejîmê xwest ku helwesta xwe li hember dagirkeriya Tirkiyê zelal bike

Kongreya Star a Efrînê bêdengiya rejîma Sûriyê ya der barê binpêkirinên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li hember gelê Sûriyê li herêmên dagirkirî de şermezar kir û ji rejîmê xwest ku helwesta xwe li hember dagirkeriya Tirkiyê zelal bike.

Ji bo şermezarkirina binpêkirinên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li Efrînê û herêmên dagirkirî li Sûriyê, îro Kongreya Star a Efrînê daxuyaniyek ji raya giştî re li kantona Şehbayê da.

Bi dehan jinên kantona Efrînê, endamên koordînasyona Kongreya Star, nûnerên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk li Kampa Serdem kom bûn û alên Kongreya Star hildan. Her wiha wêneyên qurbaniyên bombebarana dagirkeriya Tirkiyê li Efrînê ji zarokan û jinan û nivîsa "Na ji bêdengiya navneteweyî re" hildan.

Daxuyanî ji aliyê endama Yekitiya Jinên Êzidî Ewrovan Menan ve hate xwendin. Daxuyanî wiha ye:

"Roj bi roj xwesteka artêşa Tirk a dagirker di vejandina serdama Osmaniyan li ser gelên herêmê de zêde dibe, her wiha ji bo gihandina armancên xwe Efrîn dagir kir, sivîl kuştin, gel ji welatê wan koçber kir. Bi dagirkirina Efrînê re asta faşîzmê bilindtir bû, îşkence li sivîlan kirin, sivîl revandin û fitne di nava gelan de belav kirin.

Heta roja me ya îro zext û binpêkirinên artêşa Tirk a dagirker li Efrînê dewam dike, ji bo ku kesên di Efrînê de mayî bide koçberkirin, guhertina demografîk li herêmê çêkir.

Jinan binpêkirinên der heqê gelên herêmê de red kirin û tekez kir ku ew ê li pêşiya siyasetên dagirker bisekinin.

Em bang li civaka navneteweyî û rêxistinên mafên mirovan û di serî de rejîma Sûriyê dikin ku bi erka xwe rabin.”

Daxuyanî bi dirûşemên silavkirina berxwedana gel bi dawî bû.

(jo)

ANHA


Mijarên Din