Jinên Efrînê pişta xwe didin keda xwe

Jinên Efrînê yên ku bi zorê ji warê wan hatine derxistin û li Şehbayê bi cih bûne, li nava zeviyên herêma Şehbayê kar dikin. Jin ji bo debara jiyana zarokên xwe bikin, her roj serê sibê diçin nava zeviyan û dest bi kar dikin.

Beriya ku dewleta Tirk a dagirker Efrînê dagir bike, şêniyên Efrînê debara xwe bi çandiniyê dikir. Ji xwe darên zeytûnê û zeviyên genim ên li Efrînê vê yekê piştrast dikin. Her malbateke ji Efrînê parçeyek xaka çandiniyê hebû û karê wan ê sereke çandinî bû.

Lê dagirkeriya Tirkiyê şênî koçber kirin, ji ber kiryarên neexlaqî, şêniyan rêya berxwedanê hilbijart. Ji ber rewşên zehmet û koçberiyê, jin ji bo peydakirina pêdiviyên jiyanê di nava zeviyan de kar dikin.

Jin serê sibehê saet di 05:00’an de berê xwe didin nava zeviyan. Jin heta saet 10.00’an dixebitin. Piştî wê navberekî didin û di saet 13.00’an de dîsa dest bi kar dikin heta 19.00’an. 

Der barê mijarê de, Dîjle Ehmed ku di nav baxçeyên kartol, pîvaz û sebzeyên din de kar dike, wiha dibêje: “Me her tiştê xwe winda kir, ez li vir dixebitim da ku xwarinê ji zarokên xwe re peyda bikim."

Kedkara bi navê Emîne Mihemed Elî jî wiha got: "Em hatin vir da ku parastina xwe bikin û nêzî Efrînê bin. Ez di zeviyên çandiniyê de kar dikim da ku pêdiviyên xwe yên rojane peyda bikim. Rêveberiya Xweseriya Demokratîk alîkariya me dike, lê em dixwazin em jî kar bikin wekî çawa li Efrînê me kar dikir."

(jo/bm)

ANHA


Mijarên Din