Jinên Efrîn û Reqayê: Bila ev cejn bibe wesîleya rizgarkirina herêmên dagirkirî

Jinên kantona Efrînê û bajarê Reqayê cejna Remezanê pîroz kir û hêvî kir ku ev cejn bibe wesîleya rizgarkirina herêmên dagirkirî û vegera li warê xwe.

Jinên herêmê amadekariyên cejna Remezanê dikin; şêraniyan çêdikin, cilan dikirin û malên xwe amade dikin. Lê belê ji ber bilindbûna buhayan û daketina nirxên pereyan ku bandoreke neyînî li şêniyan kir, her wiha ji ber qedexeya derketinê ya ji ber Koronavîrusê li herêmê hatiye ferzkirin, amadekariyên îsal cuda ne.

REQA

Şêniya bi navê Delala Hemûd ku pêwîstiyên cejnê ji sûkê dikirîn, wiha got: "Em hatin sûkê da ku hin pêwîstiyên zarokan bikirin. Ji erka me ye ku em ji wan re cilên nû ji bo cejnê bikirin, lê belê bilindbûna buhayan li gel belavbûna şewba koronayê li pêşiya me bûye asteng. Em nikarin tiştên em dixwazin bikirin, em hêvî dikin rewş ji berê baştir vegere."

Enîse Mihemed jî got: "Buhabûna li sûkan gelek kes neçar kirin ku berê xwe bidin dikanên balê, ji ber ku nirxê tiştan li wir erzantir e."

Enîse hêvî kir ku cejna îsal xêrê ji gelê Sûriyê re bîne.

Welatiya bi navê Semer Xelef jî cejna Remezanê li hemû dayikên cîhanê û dayikên şehîdan pîroz kir. Semer wiha got: "Em hêvî dikin ev cejn bibe wesîleya rizgarkirina hemû herêmên dagirkirî û hemû erdên Sûriyê."

ŞEHBA

Li kantona Şehbayê jî, jinên ji Efrînê cejna Remezanê ya sêyemîn dûrî bajarê xwe pêşwazî dikin û hêvî dikin ku cejna Qurbanê li Efrînê pîroz bikin.

Di van rojan de jinên Efrînî dest bi çêkirina kumbe û şêraniyên cejnê dikin.

Dayika bi navê Henîfe Beko ji şêniyên Efrînê ye û li navçeya Ehdas a kantona Şehbayê bi cih bûye. Henîfe cejna Remezanê pîroz kir û wiha got: "Ev cejna sêyemîn e ku em di koçberiyê de pîroz dikin. Em û cîranên xwe şêraniyên cejnê bi destên xwe amade dikin. Çêkirina şêraniyên cejnê ji kevneşopên me ye."

Dayika Henîfe hêvî kir ku ev cejn bi xwe re hêviya rizgarkirina Efrînê û vegera wan bîne.

Şêrîn Reşîd ku li navçeya Til Rifetê bi cih bûye, cejn pîroz kir û wiha got: "Em 3 sal e koçber in. Em cejnê di vê rewşa aboriyê ya xerab û bihabûnê de pêşwazî dikin."

Her wiha Şêrîn Reşîd hêviyên xwe yên vegera Efrînê anîn ziman.

(cx)

ANHA


Mijarên Din