Jinên Efrînî:  Wekî ku Ocalan bang kiriye, em ê têkoşîna xwe mezin bikin

Jinên Efrînî gotin, tiştên ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di peyama xwe ya dawî de bi bîr xistiye, ew ê bi berxwedan û mezinkirina têkoşînê pêk bînin. Jinan anîn ziman ku ew ê li ser fikir û ramanê Ocalan bimeşin.

Pêkhateyên Kurdistan û Bakur û Rojhilatê Sûriyê moral û hêz ji nameya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan girtin.

Yên ku herî zêde hêz û moral ji felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan digirin, jin in. Li ser payama dawî ya Ocalan jinên Efrînî ku li kantona Şehbayê liber xwe  didin ji ANHA`yê re axivîn.

Rêber Ocalan di nameya xwe de çalakgerên greva birçîbûnê û rojiya mirinê silav kir û tekez kir ku berxwedana çalakgeran di aliyê ramanî de bû ne fîzîk bû. Ocalan got: “Em dikarin çareseriya aloziya Sûriyê ku ji 2011 de didome û heta niha jî tu çareserî ji aliyê dewletên ewropî ve nehatiye dîtin, bibînin. Divê gelê Kurd mafê xwe bistîne.”

Der barê mijarê de, Asya Umer anî ziman ku ew  têkoşîna xwe dispêra fikirê Ocalan û wiha axivî: “Em ê vê têkoşînê bidomînin. Leyla Guven bi berxwedana xwe ya fikirî û fîzîk ket grevê. Di  berxwedanê de bi ser ket. Daxwaza Leyla Guvena rakirina tecrîda li ser Ocalan, daxwaza bi milyonan ji gelê Kurd bû."

Her wiha Xedîce Reşo li ser nameya Rêber Ocalan got çareseriya aloziya Sûriyê dê bi saya berxwedana gelê Kurd û pêkanîna biratiya gelan de be.

Jina bi navê Zelûx Elî Umer piştî ku nameya Rêber Ocalan bihîst, kêfxweşiya xwe anîn ziman û got: “Divê gelê Kurd heta standina mafê xwe têbikoşe.”

(jo)

ANHA


Mijarên Din