Jinên gundewarên Reqayê navenda meclisa xwe vekirin

Rêveberiya Jin a Reqayê aktîvkirina rola jin di civakê de didomîne. Di vî warî de rêveberiyê ji bo 3 meclisên jinan ên bajarokên El-Cidêdat, El-Hews û Reqa Semra yên gundewarê rojhilata bajarê Reqayê navend vekir.

REQA

Bi rasthatina  8‘ê Adarê Roja Cîhanî ya Jinan, Rêveberiya Jin a Reqayê  ji bo 3 meclisên jinan ên gundewarê rojhilat navendek li El-Cidêdat vekir. Jinan beriya du rojan bi dirûşmeya `Berxwedana jin jiyanê geş dike û terorê tune dike` hemleyek dabû destpêkirin. Bi rêya wê hemleyê rola jin di civakê de û berxwedana wê di dîrokê de heya roja me ya îro dê bi jinan were nasandin.

Rêveberiya Jin a Reqayê, Komîteya Jin a Meclisa Sivîl a Reqayê û bi dehan jinên gundewarê rojhilat di merasîma vekirina navendê bûn.

Merasîma vekirinê bi deqeyek rêzgirtin destpê kir. Piştre endama rêveber a Rêveberiya Jin a Reqayê Meryem Ibrahîm, endama rêveber a Komîteya Jin a Reqayê Feyrûz Xelîl, endama rêveber a Meclisa Jin a Reqa Srmreyê Şule El-Hetaş û bi navê jinên gundewarê rojhilata Reqayê Sewsen El-Xelef axivîn.

Di axaftinan de vekirina navendê hate pîrozkirin. Her wiha hate destnîşankirin ku ji bo rizgarkirina jin ev gavek çalak e.

Axaftvanan teqez kirin ku divê tevahiya jin piştî rizgarkirina herêmên wan ji çeteyên DAIŞ`ê tev li nav refên civaka sivîl û saziyên civakî bibin û erka xwe di avakirina civakê de bînin cih.

Di dawiya merasîmê de dayika şehîd Qusay El-Derwîş ê ku di Pêngava Rizgarkirina Reqayê de şehîd bûbûn deriyên navenda meclisan vekirin.

Paşê beşdaran xelekên govendê li ber stranên şoreşgerî gerandin.

(şx)

ANHA


Mijarên Din