Dewleta Tirk a dagirker ferzkirina tecrîda girankirî ya li ser rêber Abdullah Ocalan didomîne û hevdîtinên bi malbatê û parêzeran re qedexe dike.
ARMANCÊN DEWLETA TIRK PÊK NAYÊN
Welatiya bi navê Nehla Mistefa got, rêber Abdullah Ocalan jêdera aştî û azadiyê ye û wiha domand: “Dewleta Tirk tecrîdê li rêber me ferz dike. Ruxmî wê jî, Rêbertî li ber xwe dide. Em jî hêza xwe ji vîn û îsrara wî digirin û li hember zehmetiyan li ber xwe didin.”
Nehla Mistefa anî ziman ku dîwarên girtîgehê, nikarin rê li pêşiya belavbûna fikrê Rêbertî li cîhanê bigirin û got: " Giyanê wî di me de dijî. Em ê li ser şopa wî bimeşin heta ku azad dibe. Em ê têkoşînê mezin bikin, ji ber ku rêya yekane ya pêkanîna azadiyê ye.”
ʹ MAFE ME HEYE EM AGAHIYAN DER BARE REBERE XWE DE BIBIHIZIN
Welatiya bi navê Emîne Esaf jî sûcên dewleta Tirk ên li dijî rêber Abdullah Ocalan şermezar kirin û got: “Dewleta Tirk hevdîtinên malbat û parêzeran ên rêber Ocalan re qedexe kiriye. Lê em dixwazin fêm bikin rewşa rêberê me çi ye da ku dilê me rihet bibe.”
Emîne Esaf destnîşan kir ku ew li ser fikr û felsefeya rêber Abdullah Ocalan perwerde bûne û wiha pê de çû: “Em dev ji daxwaza xwe bernadin û heta rêber me fîzîkî azad dibe, têkoşîna me dê berdewam bike.”
ARMANCA TECRIDE DURXISTINA GEL JI REBERTI YE
Welatiya bi navê Cumana Hemîd tecrîda li dijî rêber Abdullah Ocalan şermezar kir û got: “Ji du salan ve me tu agahî ji rêberê xwe negirtiye. Em nizanin di çi rewşê de ye. Dewleta Tirk bi vê rêbazê hewl dide rêbertî ji gel qut bike.”
Di dawiyê de Cumana Hemîd got: “Heta azadiya fîzîkî ya Rêbertiya me em ê têkoşînê bidomînin, fikrên wî pêk bînin û şopdarên rêya wî bin.”
(şx)
ANHA