Jinên Herêma Firatê qanûnên jinan nîqaş kirin

Jinên Herêma Firatê di civînekê de qanûnên jin ên girêdayî zewacê û malbatê nîqaş kirin.

Ji bo nîqaşkirina qanûnên jin, îro civînek li navenda Kongreya Star a bajarê Kobanê hat lidarxistin. Nûnerên saziyên sivîl, Rêveberiya Xweseriya Demokratîk, endamên jin ên partiyên siyasî, meclisên Adaleta Civakî û Seroka Desteya Jin a Herêma Firatê tev li civînê bûn.

Di destpêka civînê de 37 madeyên qanûnên jin ji hêla Seroka Desteya Jin a Herêma Firatê Ferînaz Berkel ve bi her du zimanên Kurdî û Erebî hatin xwendin.

Beşdaran rêgezên peymana zewacê, razîbûn, ehliyet, şahid, veqetandin û bandorên wê, xwedîkirina zarokan, sûcên ku dighêjin malbatê û zewaca bi darê zorê, pirbûna hevseran, xiyaneta zewacê, zewaca biçûkan, zewaca berdêl û tomarkirina peymana zewacê nîqaş kirin.

Piştî nîqaşên ku gelek bi saet dirêj kirin, beşdaran pêşniyarên xwe girêdayî guhertina gelek qanûnê parastina jin û mafên wê vegotin.

Tê payîn ku piştî nîqaşan guhertin di qanûnan de werin çêkirin.

(şx)

ANHA


Mijarên Din