Jinên herêmên rizgarkirî tev li çalakiya li El-Arîme bûn

Îro bi sedan jinên herêmên rizgarkirî tev li çalakiya konvedanê ya li bajarokê El-Arîme yê rojhilatê gundewarê rizgarkirî û girêdayî bajarê Babê yê dagirkirî hatiye vedan, bûn.

Rêveberiya Jinan a herêma Minbicê di çarçoveya pêngava "Me yekitiya xwe ava kir em biser ketin, em ê liber xwe bidin ta biparêzin, na ji dagiarkeriya Tirkiyê re" ya li dijî gefên Tirkiyê yên li ser herêmê de duh çalakiyên kon dest pê kir. Konê çalakiyê li ser rêya Minbic-Babê ya bajarokê El-Arîme yê rojhilatê gundewarê rizgarkirî û girêdayî bajarê Babê yê dagirkirî ku 20 km dikeve rojavayê bajarê Minbicê hate vedan.

Îro bi sedan jinên herêmên rizgarkirî (Reqa, Minbic, Tebqa û Dêrazorê) tev li çalakiyê bûn û alên Meclisa Jin, Hêzên Ewlekariya Hundirîn, Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê û Meclisa Leşkerî rakirin.

Di bin konê çalakiyê de pankartên bi nivîsên `Em bûn yek biserketin em ê li berxwe bidin da ku biparêzin`, `Na ji dewleta Tirk a dagirker re`, `Bi vîna jina ciwan em ê dewleta Tirk a dagirker biqewrînin`, `Em bêdengiya navdewletî li hember binpêkirinên Tirkiyê li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar dikin`, `Vîna me ji gefên we bi hêztir e` hatin daliqandin.

Çalakî bi deqeyeke  rêzgirtin dest pê kir. Piştre bi navên Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbic û gundewarê wê hevseroka Meclisa Rêveber Nezîfe Xelo, endama rêveber a Komîteya Jin a Tebqayê Weid Mihemed û endama Meclisa Malbatên Şehîdan Semer El-Casim bi navê hevser û dayîkên şehîdan axaftin hatin kirin.

Axaftvanan  destnîşan kirin ku Tirkiyê bi hincetên ne rast dixwaze projeya xwe ya dagirkerî li herêmê pêk bîne. Her wiha komkujiyên ku pergalên Tirkiyê di dirêjahiya serdeman de der heqê gelên herêmê de pêk anîne şermezar kirin.

Hate gotin ku malbatên şehîdan ji bo berdewamkirina rêya şehîdan heya pêkanîna armancên wan û sekinandina li hember gefên Tirkiyê dê canê xwe feda bikin.

Piştî wê zarokê ji bajarê Babê Seracedîn El-Abo helbestek girêdayî girêdana gelê Sûriyê bi welatê xwe vegot.

Bi navên jinên Reqayê endama rêveber Sewsen El-Xelef axivî û got, ku wek jinên Reqayê gefên Tirkiyê li dijî xaka Sûriyê red dikin û destnîşan kir ku bêdengiya civaka navdewletî li hember komkujiyên ku DAIŞ`ê der heqê gelên herêmên dagir kirine de pêk anîne niha di gefên Tirkiyê de dubare dibin.

Jinan dirûşmeyên silavkirina berxwedana jinê û têkoşîna wê, tekezkirina yekitiya xaka Sûriyê û redkirina gefên Tirkiyê berz kirin.

(şx)

ANHA


Mijarên Din