Jinên Hîlala Zêrîn: Berxwedana li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê berxwedana me ye

Jinên Tevgera Çanda Hîlala Zêrîn piştgirî da xwepêşandanên jinan ên li Îran û Rojhilatê Kurdistanê û got “Ew berxwedana li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê em wek berxwedana xwe dibînin.”

Tevgera Çanda Jinên Hîlala Zêrîn têkildarî xwepêşandanên li Îran û Rojhilatê Kurdistanê yên piştî qetilkirina Jîna Emînî, daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de anîn ziman ku wê bi huner û berhemên xwe li dijî rejîma melayan a Îranê bisekinin.

Daxuyanî ji aliyê endama Hîlala Zêrîn Rêhev Zilfo ve li navenda Tevgera Çanda Jinên Hîlala Zêrîn a taxa Qenetsiwes a Qamişloyê hate xwendin.

Di daxuyaniyê de hate gotin: “Li Îranê rejîma melayan (polîsên exlaq) jina kurd Jîna Emînî qetil kir. Di şexsê wê de rewşa ku tê de ye careke din radixe ber çavan. Rejîma melayan a Îranê di roja ku hatiye avakirin heta îro, li ser jinan siyaset û zexta ku ava bê ku sînoran nas bike, berdewam dike. Heta roja îro jinên ku beramberî rejîma Îranê jin berxwedanê dikin. Jina Kurd a şoreşger Zeyneb Celaliyan berxwedana ku dora wê pêş ketiye, îro bi jina Kurd Jîna Emînî tê berdewam kirin. Ew berxwedan hêzê dide hemû gelan.”

Di berdewama daxuyaniyê de hate gotin: “Dirûşmeya derdora `Jin Jiyan Azadî` deng vedide. Gelek dewlet jinan ji ber porê wan vekiriye, nekujin jî bi polîtîka û sepandinên heyî qadên jin yên azadî kêm dike, bingeha tundiyê vedike û pêşiya qetlîamên jinan vedike. Lê belê bi berxwedana ku bi pêşengiya rêber Abdullah Ocalan, hem ji bo artêşbûna jinan û hem di qada birêxistinbûna jinan de bûye bingeha moralê ya jinên cîhanê.”

Her wiha hate gotin: “Em wek jinên hunermend tu nêrînên ku jinan wek milk û namûs dibînin, qebûl nakin. Ew berxwedana li Îranê em piştevaniya wê dikin û wê berxwedanê wek berxwedana xwe dibînin. Em hemû raya giştî ya cîhanê agahdar dikin ku em ê bi hunera xwe û berhemên xwe dijî rejîma melayan a Îranê bisekinin. Bangawaziya me ji hemû jinan re; her kes divê destekê bide vê berxwedanê û wek berxwedana xwe bibîne.”

(dg)

ANHA


Mijarên Din