Jinên Iraqê piştgiriya rola jinan di çalakiyên xwepêşandanê de dikin

Duh bi hezaran jinên iraqî ji bo parastina rola jinan a di tevgera xwepêşandanên li dijî hikumetê de meşiyan, ew jî piştî banga serokê şîî Muqteda El-Sedr a tevlihevnekirina her du zayendan di cihên xwepêşandanê de, pêk hat.

Piştî zêdetirî 4 mehan ji destpêkirina xwepêşandanan li Bexda û herêmên başûrê Iraqê ku piraniya wan şîî ne, dîsa tevgera xwepêşandanan gur bû.

Jinan di xwepêşandanan de dirûşmên piştgiriya rola jinan ji xwepêşandanan re berz kirin û banga qewitandina çîna siyasî ya bi gendeliyê hatiye tawanbarkirin, kir.

Li gorî çalakvanan, bi hezaran jin li Bexda, parêzgehên navîn, başûr, Besra, Zîqar, Babil û Meysanê xwepêşandan li dar xistin.

Jinan li ser parastina rola xwe di xwepêşandanan wiha got: "Em jî wekî mêran in, hewldana derxistina me ji qadê heye, lê dê dîsa bi hêz vegerin. Dixwazin em bibin wekî Îrana duyemîn. Lê belê jinên Iraqê nehatine dinyayê da ku mêr jê re bibêjin vî karî bike yan vî karî neke.”

(fr)


Mijarên Din