Jinên Kobanê bi meşekê dagirkeriya Tirk şermezar kir

Bi dehan jinên navçeya Sirînê ya katona Kobanê bi meşekê gefên dagirkeriya Tirk ên li ser herêmê şermezar kir.

Di çarçoveya pêngava Kongreya Star a "Xak û rumeta xwe biparêze dagirkeriya Tirk û DAIŞ‘ê têk bibin" bi dehan jinên navçeya Sirînê ya başûrê kantona Kobanê meşek li dar xist û gefên dagairkeriya Tirk şermezar kir.

Jinan alên Kongreya Star, YPJ, Meclisa Malbatên Şehîdan û wêneyên Rêber Abdullah Ocalan hilda bûn û dirûşmên şermezarkirina dagirkeriya Tirk berz dikirin.

 Meş li derêyê ketina navçeyê rawestiya. Endama Kongreya Star a navçeyê Nehla Hesen axivî û anî ziman ku helwesta jinan a li dijî dagirkeriya Tirk yek e.

Endama Koordînasyona Kongreya Star a navçeya Çelebiyê Zuleyxa Nebîl jî  axivî, têkoşîna jina azad a ji bo parastina xaka û rumeta xwe ji dagirkeriyê silav kir.

Li bajarê Kobanê di heman armancê belavok hatin belavkirin. Tê de navarok û armancên hemleyê hatine diyarkirin.

ANHA

 


Mijarên Din