Jinên Kobanê: Daxwazên Leyla Guven daxwazên me ne

Jinên kantona Kobanê tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar kir û silav da berxwedana çalakgerên di greva birçîbûnê de. Jinan bang li rêxistinên mafên mirovan kir ku xwedî li berxwedana Ocalan derkevin.

Di 15`ê Sibata 1999`an de Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi komployeke navneteweyî dîl hate girtin. Ev bûye zêdetirî 20 salan Ocalan di zindana Îmraliyê de dîl e û ji 2015`an ve hevdîtin pê re nehatin kirin. Bi armanca ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan azad bikin, gel û bi taybet jin bi gelek çalakiyan radibin.

Ji bo vê yekê li Bakurê Kurdistanê bi pêşengiya parlamentera HDP`ê û hevseroka KCD`ê Leyla Guven, bi dehan kes ketine greva birçîbûnê.

Girêdayî mijarê jinên kantona Kobanê nêrînên xwe ji ajansa me re parve kirin û got daxwazên Leyla Guven û hevalên wê daxwazên wan in.

Jina bi navê Ayîda Şêx Mihemed bang li hêzên navneteweyî kir ku xwedî li berxwedana Ocalan derkevin û got: "Em ê her dem li qadan bin, heya ku serokê xwe azad bikin. Çima dewletên xwedî rol, bi rola xwe ranabin, ma sûcê serok çi bû? Lê bila dijmin bizanibe em ê çalakiyan bikin ta ku serokê xwe azad bikin û em li ser rêya Leylayê bin."

Her wiha Emîna Daban tecrîda li ser Ocalan şermezar kir û got: "Ez silavên xwe ji Leyla Guven re dişînim, çalakiya hevala Leyla pîroz e. Fikra serok jinan azad dike, em ê bi heman fikrê serok azad bikin."

Dayika bi navê Fatma Mihemed diyar kir daxwezên Leyla Guven daxwezên wan in û wiha got: "Em dixwazin serokê me ji zindanê derkeve û bi me re azad bijî. Azadiya serok ne xewn e. Em silavên xwe ji Leyla û hevalên wê re bi rê dikin û serkeftinê ji wan re dixwazin."

Fatma Oso jî destnîşan kir ku jin bi saya ramanên Ocalan azad bûn û wiha berdewam kir: "Dîlgirtina bedenê, nayê wateya dîlgirtina fikrî. Wek hevala Leyla Guven dibêje em dereng man ji bo destpêkirina çalakiyê. Pêwîst e em bikin û bilezînin û serok Apo azad bikin. Berxwedana me jiyana me ye."

Fatma di dawiya axaftina xwe de got: "Ez bang li hemû jinên cîhanê û Kurdistanê dikim û dibêjim rabin û çalakiyê bikin û serok azad bikin."

ANHA


Mijarên Din