Jinên li kampa Berxwedan çalakiyê piştevaniyê dewr girtin

Jinên Efrînê yên li kampa Berxwedan dimînin çalakiya roja sêyemîn a piştevaniya çalakgerên grevên birçîbûnê dewr girtin.

Çalakiya konê piştevaniya bi berxwedana grevên birçîbûnê re ku ji aliyê Kongreya Star ve li navçeya Ehrisê ya Şehbayê hatiya destpêkirin di roja xwe ya 3‘yemîn de berdewam e. Çalakî bi diruşmeya ‘Berxwedana çalakgerên greva birçîbûnê pîroz e, em hemû Leyla û Nasir in’ tê organîzekirin.

Jinên Efrînê yên di kampa Berxwedan de çalakiya roja sêyemîn dewr girtin. Bi dehan şêniyên Efrîn û Şehbayê serdana kon kirin.

Di bin kon de deqeyeke rêz hate girtin. Paşê qeyda dengê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku tê de behsa rola jin dike hate guhdarkirin.

Her wiha bi navê Kongreya Star a Kampa Berxwedanê daxuyanî ji aliyê rêvebera kongreyê Leyla Îbiş ve hate xwendin.

Leyla Îbiş anî ziman ku li gel bêdengiya navdewletî ji planên hêzên komploger berxwedêr grevên birçîbûnê didomînin.

Leyla got: "Ji Şehbayê berxwedêr em berxwedana çalakgeran di girtîgeh û her deverê silav dikin û dibêjin em bi wan re heta tecrîd bişkê."

Di berdewama çalakiyê de endama Koordînasyona Kongreya Star Newroz Haşim û Hevseroka Melisa Rêveber a Kampa Berxwedan Nesrîn Şabo  berxwedana çalakgerên grevên birçîbûnê silav kirin û got, rexmî tenduristiya çalakgeran nebaş e jî lê grevê didomînin. Her wiha anîn ziman ku bexwedana Leyla Guven ji bo hemû jinên cîhanê cihê serferaziyê ye.

Paşê qeyda deng a Hacer Xelîl a ji Efrînê ku di girtîgeha faşîzmeya Tirkiyê de di greva birçîbûnê de ye hate vêxistin. Hacer behsa berxwedana xwe dike û dibêje ku ew ê heta azadiya Ocalan çalakiya grevê bidomîne.

Di çalakiyê de helbest û stranên şoreşger hatin gotin.

Tê payîn ku çalakî dê heta 24‘ê Nîsanê dewam bike.

ANHA


Mijarên Din