Jinên Minbicê hişmendiya mêrdestiyê dişkînin

Komek ji jinên gundê Muhtereqa Mezin a rojavayê bajarê Minbicê hewl didin hişmendiya mêrdestiyê ku li pêşiya pêşketina wan bûye bend bişkînin. Jin di zeviyan de kar dikin û debara malbatên xwe peyda bikin.

Di dîrokê de tê zanîn ku jinê çandinî vedîtiye û rolek di pêşxistina jiyanê de lîstiye. Lê pergalên serdest û kapîtelîst hemû vedîtinên jinê kirin ên mêr û jin kirine amûra zayînê. Lê piştî şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê, jinan ji nû ve rola xwe di tevahiya waran de lîstin û hişmendiya ku rê li pêşiya pêşketina jinê girtiye şikandin.

Li gundê Muhtereqa Mezin ê rojavayê bajarê Minbicê, jinan komek ava kiriye da ku di nav zeviyan de kar bikin. Ev kom ji hêla jinekî ve tê birêvebirin. Li rex karê wan di nav zeviyan de gelek karên din jî dikin.

Endamên komê ji saet 06:00`an heya 14:00`an li bermaberî hezar û 200 lîreyên Sûriyê dixebitin. Ew jin di tevahiya karên çandiniyê de li gorî mewisman ji çinîn, çandina sebzeyên havînê, berhevkirina zeytûnê û kolandina ber kokên daran dixebitin.

Xirûb Ibrahîm a ku endama komê ye got: "Ji saet 06:00`an 14:00`an ji bo peydakirina qûta xwe em dixebitin."

Xirûb diyar kir ku pişta xwe nadin kesekî û bi rêya karê xwe pêwîstiya xwe bi xwe pêk bînin. Xirûb got: "Em atmosferek ji kêfê diafrînin û li gorî jiyana hevpar kar dikin."

Fethiye El-Dehîş (40) dayîka 6 zarokan got: “Ew bi rêya karê xwe qûta xwe ya rojane peyda dike. Ez karê xwe yê malê xilas dikim, piştre tevî hevalên xwe yên komê dixebitim. Ez di navbera karê derve û malê de hevsengiyekê çêdikim."

Girêdayî heman mijarê Fehîme El-Mihemed a ku ji biçûkahiya xwe ve pişta wê şikestî ye destnîşan kir ku kar dike da ku pişta xwe nede ti kesî û astengdariya xwe li hember karê wê nabe asteng.”

Fehîme wiha domand: "Tevî astengdariya min, lê min dest ji jiyanê berneda. Ez jiyana xwe berdewam dikim. Bi jinên gund re dixebitim û debara xwe peyda dikim."

(şx/bm)

ANHA


Mijarên Din