Jinên Qamişlo beşdarî hemleya Kongreya Star bûn

Jinên kantona Qamişlo, endamên sazî û rêxistinan tev li hemleya Koordînasyona Kongreya Star a bi dirûşma "Parastina xak û rûmeta xwe bikin, dagirkeran û DAIŞ`ê têk bibin" bûn.

Ji bo şermezarkirina gefên Tirkiyê, jinên kantona Qamişlo bi daxuyaniyekê beşdarbûna xwe ji hemleya Koordînasyona Kongreya Star a di 8`ê Tebaxê de bi dirûşma "Parastina xak û rûmeta xwe bikin, dagirkeran û DAIŞ`ê têk bibin" dest pê kir, ragihand.

Jinên kantona Qamişlo, endamên saziyên civaka sivîl, rêxistin û partiyên siyasî li pêşiya Parka 19`ê Tîrmehê kom bûn.

Jinan pankartên "Parastina xak û rûmeta xwe bikin, dagirkeran û DAIŞ`ê têk bibin”, “Parastina rûmeta jinên Şengalê parastina hebûna jinan e”, “Em bûn yek û bi ser ketin, em ê li ber xwe bidin da ku biparêzin”, “Na ji dagirkeriya Tirkiyê re" û wêneyên şehîdan hildan.

Daxuyanî bi zimanê kurdî ji aliyê endama Koordînasyona Komîteya Perwerde û Fêrkirinê ya Kantona Qamişlo û bi zimanê erebî ji aliyê endama Koordînasyona Kongreya Star Ayhan Murad ve hate xwendin.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku Koordînasyona Kongreya Star daxuyaniyek di 8`ê Tebaxê de dabû û hemleya "Parastina xak û rûmetê bikin û dagirkeran û DAIŞ’ê têk bibin" dabû destpêkirin û bang li hemû jinên cîhanê kir ku piştgiriya wan bikin û beşdarî têkoşîna wan bibin.

ANHA


Mijarên Din