Jinên Reqayê dest bi berhevkirina çiloyê tirî kirin

Jinên başûrê gundewarê Reqayê yê herêma Kesra Efnan ji bo amadekariyên zivistanê û peydakirina qûta xwe ya rojane, dest bi berhevkirina çiloyê tirî kirin.

Herêma Kesra ya ku dikeve başûrê bajarê Reqayê ji herêmên çandiniyê yên herî berhemdar e û gelek cureyên dar, şinkahî, zebze û fêqî lê tê çandin. Bi nêzîkbûna mewsima çinîna çiloyên tirî re, jinên gundewarê herêmê ji bo amadekariyên zivistanê û ji bo peydakirina qûta xwe ya rojane, dest bi berhevkirina çiloyên tirî kirin.

Bi armanca pêşxistina aboriya jinê, jinên herêmê dest bi berhevkirina çiloyên tirî kirin da ku di nav sûkan de bifroşin. Ji ber ku hilberîna çiloya tirî ji hilberînên herî zêde ji sûkan re têne şandin û wek mûnê ji bo zivistanê jê sûd tê girtin.

Jinên başûrê gundewarê herêma Kesra Efnan rojê 5 saetan dixebitin, ji saet 7:00`an heya 12:00`an kar dikin. Rojane wek destheq hezar û 700 lîreyên Sûriyê werdigirin.

Jina bi navê Şemsa El-Ebid yek ji wan jinên ku di nav rezên tirî de dixebitine, girêdayî mijarê got: "Em di nav mezratekê de dixebitin ku rûbera wê zêdetirî 5 donim e. Di nav de gelek bostan hene, têde rezên tirî jî hene. Çiloyên van rezan zer nabin her tim şîn in. Her wiha em şênkahî û fêkiyan berhev dikin."

Şemsa diyar kir ku ew weke jin debara xwe û pêdiviyên xwe bi rêya çandiniyê peyda dikin û wiha domand: "Em di saetên kar de zêdetirî 50 kîloyan berhev dikin, dikin turikan û radestî xwediyên wan dikin da ku di nav sûkan de bi buhayên guncaw werin firton. Bi vî awayî me bi xwe debara xwe peyda dikin.”

(şx/bm)

ANHA


Mijarên Din