Buroya Jin a Partiya Sûriyê ya Pêşerojê bi armanca nîqaşkirin, şîrovekirina geşedanên dawîn û êrişên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê Cebhet El-Nusra û DAIŞ‘ê yên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li herêmê bi jinên endamên saziyan re civiya.
Seroka Buroya Têkiliyên Giştî ya Partiya Sûriyê ya Pêşerojê Celaa Hemzawî behsa rola Hêzên Sûriye Demokratîk di rizgarkirina herêmê de û têkoşîna wê ya I hemberî êrişên dewleta Tirk kir.
Her wiha rola jinê ya pêşeng di saziyên sivîl, leşkerî û siyasî de piştî rizgarkirina herêmê bi bîr xist.
Celaa destnîşan kir ku Tikriyê bi êrişên xwe têkbirina tevna pêkhateyên herêmê, çandina fîtneyan di navbera tevahiya gelên herêmê de û têkbirina projeya neteweya demokratîk armanc dike.
Ji aliyê xwe ve endama Buroya Jin a Giştî ya Partiya Sûriyê ya Pêşerojê Intîsar El-Dawûd diyar kir ku wek jinên sûrî bi yekrêzî li hember binpêkirinên ku di radeya yekemîn de jin û zarokan li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û kesayetên siyasî dikin hedef, disekinin.
Intîsar teqez kir ku şehadeta sekretera giştî ya Partiya Sûriyê ya Pêşerojê Hevrîn Xelef ji bo partiyê serfiraziyek e û soza şopandina rêya wê da.
Piştî axaftinan deriyê nîqaş û pirsan ji beşdaran re hate vekirin û endamên Partiya Sûriyê ya Pêşerojê bersîva pirsan dan.
(şx)
ANHA