Jinên Rojava: Wê dawiya zihniyeta dîktator li ser destê jinan be

Jinên li Rojava diyar kirin ku serhildana jinan a li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê hêza xwe ji şoreşa jinan li Rojava digire ku bi şoreşa demokrasî û wekheviyê tê naskirin. Her wiha jinan destnîşan kir ku wê dawiya zihniyeta dîktator a li dijî azadiya jinan, li ser destê jinan be.

Jin, jiyan azadî, jinên Kurd bi vê dirûşmê hatine naskirin ku ji bo azadî, wekheviyê û serhildana li dijî siyasetên radîkal, ji xwe re kir bingeh. Ev slogan piştî pêşketina Şoreşa Rojavayê Kurdistanê- Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi pêşengiya jinên Kurd belav bû. Jinan li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê li dijî qetilkirina keça Kurd Jîna Emînî xwedî li vê sloganê derketin.

Qetilkirina Jîna Emînî ji aliyê polîsên exlaqê yên Îranê ve, bi hinceta ku porê wê xuya dike dema serdana Tehranê kir, li Kurdistanê û cîhanê ji aliyê jinan ve tê şermezarkirin. Jinan bi rêya lidarxistina gelek çalakiyan nerazîbûn nîşanî qetilkirina Jîna Emînî dan, porê xwe qusandin û şerpên xwe şewitandin.

ʹSERHILDANA JINAN LI ROJHILAT HÊZA XWE JI ŞOREŞA ROJAVA DIGIREʹ

Duh li ser asta kantona Qamişloyê, jinan bi meşeke girseyî qetilkirina Jîna Emînî şermezar kir û piştgirî da serhildana wan. Hejmarek jinên ku tev li meşê bûn, nêrînên xwe bi me re parve kir.

https://www.hawarnews.com/kr/uploads/files/2022/09/26/184035_-.jpg

Endama Kongre Star a kantona Qamişlo Menîca Heyder anî ziman, jinên ku li Rojhilatê Kurdistanê serî hildane, mînaka berxwedanê li cîhanê ne û got: "Em di wê baweriyê de ne ku hemû şoreşên azadiyê yên li cîhanê dê bi pêşengiya jinan, bi taybet jinên Kurd be. Ji ber wê em soz dikin Jîna Emînî ku li hember hovîtiya li dijî wê hatî kirin, bêdeng nemînin.”

Menîca Heyder got helwesta Kurdan li hember siyaseta hovane û kirêt a desthilata Îranê ya li dijî jinan, gelek girîng e û ev li gotinên xwe zêde kir: “Serhildana jinan a li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê dê zihniyeta Îslama siyasî tune bike.”

Her wiha Menîca Heyder destnîşan kir ku serhildana jinan a li Rojhilatê Kurdistanê hêza xwe ji Şoreşa Rojava digire ku bi navê şoreşa jinan hat naskirin û got: “Şoreşên jinan bi şoreşên azadiyê, wekheviyê û şikandina dîwarên bêdengiyê li hember zihniyeta kirêt tên naskirin. Wê helbet serkeftin para vê şoreşê be.”

HEDEFGIRTINA JÎNA EMÎNÎ, HEDEFGIRTINA HEMÛ JINAN E

Menîca Heyder der barê tundiya li ser jinan tê kirin de wiha axivî: “Bi hezarên salan li dijî jinan tundî û qirkirin tê meşandin. Di Şoreşa Rojava de jinan li hember vê zihniyetê serî hilda, bi dengek bilind û yek helwestê banga azadiyê kir. Îro jî bi heman helwestî jin li her çar parçeyên Kurdistanê piştgiriya serhildana rojhilatê Kurdistanê dikin.”

Menîca Heyder diyar kir ku hedefgirtina Jîna Emînî hedefgirtina hemû jinan e û wiha domand: “Li gorî me, ev qirkirin, tundî û siyaseta kirêt a ku li dijî jinan li Rojhilatê Kurdistanê tê kirin, li dijî me hemûyan e. Serhildana jinên Kurd, hêz û vînê didin hemî jinan. Em soz didin tev li serhildanê bibin û heta dawiyê li ber xwe bidin. Me bi dirûşma berxwedan jiyan e û jin jiyan azadî dest pê kir û em ê bi ser kevin.”

ʹBIDAWIYA ZIHNIYETA BAVIKSALARÎ DÊ BI DESTÊ JINAN BEʹ

https://www.hawarnews.com/kr/uploads/files/2022/09/26/184003_-.jpg

Hevseroka Meclisa Kantona Qamişlo Perwîn Yusif jî axivî û sersaxî da malbatên şehîdên li Rojhilatê Kurdistanê û destnîşan kir ku serhildan, bi deng, rengê jinan li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê dest pê kir, serhildaneke pîroz e û dê gelek armancan bi dest bixe.

Perwîn Yusif wiha berdewam kir: “Pergalên mêtingerên Kurdistanê û zihniyeta baviksalarî ku xwe li ser jinan û civakê ferz dikin, şoreşa jinan û têkoşîna wan li ser xwe gef dibînin. Lê dawiya wê dê li ser destê jinan be.”

Her wiha Perwîn Yusif daxuyand ku jinên Kurd bi pêşengiya Jîna Emînî jiyana ku zihniyeta paşverû ya şovenist li ser ferz kiriye, red kir û li hember rejîma Îranê serî hildan û wiha pê de çû: “Bi qêrîna Jîna re, bi hezaran jin tev li şoreşê bûn. Êdî şoreş bû ya hemû gelê Rojhilatê Kurdistanê û Îranê. Em di wê baweriyê de ne ku ev şoreş dê encamên mezin bi dest bixe.”

Perwîn Yusif di dawiyê de got: “Em şoreşa jinan a li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê silav dikin. Çawa şoreşa jinan li Rojava bi ser ket û bi navê têkoşîna jinan tê naskirin, wê şoreşa jinan li Rojhilat jî wê ji xwe re bikin mîna û wê bigihînin Îranê bi giştî. Di şoreşa me de ku bi navê şoreşa jinan hat binavkirin, jin pergaleke adil, demokratîk ava kir û xwe di çarçoveya nirêxn neteweya demokratîk bi pêş xist.”

ʹDÊ SERHILDANA JINAN LI CÎHANÊ BELAV BIBEʹ

Endama Meclisa Malbatên Şehîdan Hilwa Silêman jî bal kişand ser siyasetên desthilata Îranê ku li dijî gelê Îran û Rojhilatê Kurdistanê dimeşîne û diyar kir ku rejîma Îranê, navê îslamê bi kar tîne da ku zihniyeta xwe ya çewisandinê li ser gelê Îran û Rojhilatê Kurdistanê ferz bike.

https://www.hawarnews.com/kr/uploads/files/2022/09/26/184019_-.jpg

Qetilkirina Jîna Emînî, li seranserî cîhanê ji aliyê jinan ve hat şermezarkirin. Kurd û alîgirên doza kurdî daketin qadan û li dijî zihnetiya çewisandinê ya li dijî rejîma Îranê serî hildan, Têkdilarî wê Helwa Silêman got: “Ev serhildan wê ji bo Jîna Emînî li cîhanê firehtir bibin. Em zulma ku li ser Kurdan li Rojhilatê Kurdistanê tê kirin, red dikin.”

Hilwa Silêman wiha anî ziman: “Ji şoreşa Qazî Mihemed bigire û heta niha, axaftina bi zimanê kurdî li Kurdan qedexe ye û nasnameya wan nayê naskirin. Lê em berdewamkirina van sûcan qebûl nakin. Em ê heta dawiyê piştgiriyê şoreşê bikin. Hemû kesên xwedî wijdan dê serî xwe ji bo Jîna rake. Ji îro û pê de em qebûl nakin hovîtiyeke wisa li dijî jinan bê kirin.”

Di dawiyê de Hilwa Silêman diyar kir ku şoreşa bi jinan dest pê kir, tu hêz nikare wê tune bike û got: “Çawa Şoreşa Rojava firehtir bûye û gihaştiye hemû jinan li cîhanê, wê şoreşa jinan a li Rojhilat û Îranî jê bi ser keve û firehtir bibe”

ANHA


Mijarên Din