Jinên rêxistinên civaka sivîl ên Efrînê, gefên Tirkiyê şermezar kirin

Jinên rêxistinên civaka sivîl ên li herêma Efrînê, gefên dewleta Tirk şermerzarkirin û teqez kirin ku ew  tevlî hemleya “Ax û rûmeta xwe biparêze, dagirkeriyê û DAIŞ`ê têk bibe” ya ku Kongreya Star destpê kir, bûn.

Bi dehan jinên rêxistin, yekitiyan û sendîqeyên civaka sivîl a herêma Efrînê li qada kampa Serdem a li navçeya Ehdesê ya Şehbayê kom bûn û bi daxuyaniyekê gefên Tirkiyê li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar kirin.

Daxuyanî ji aliyê Endama Yekitiya Êzidiyan a Kantona Efrînê Gulê Cefer ve hate xwendin.

Di destpêka daxuyaniyê de ev xal hatin gotin: “Em wekî rêxistin, yekit û senîdqeyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dijminahî û gefên dewleta Tirk di dagirkirina herêm û axa me de şermezar dikin û piştgirî û tevlêbûna xwe ji hemleya ku Kongreya Star di bin dirûşmeya “Ax û rûmeta xwe biparêze, dagirkeriyê û DAIŞ`ê têk bibe” radighînin, ji ber ku dewleta Tirk a Toranî bi hemû awayî hewl dide improteriya Osmanî ku dirêjahiya 400 salan hovitî li dijî gelên herêmê meşandin, vejîn bike.

Gefên Tirkiyê yên li dijî herêmên me yên ewle û istiqrar gefa li dijî aşiştî û ewlehiya navneteweyî ye ya ku Desteya NY`yê parastina wê dike.”

Di berdewamiya daxuyaniyê de, ev tişt hate gotin: “Em wekî jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê teqez dikin ku em ê li dijî gefên Tirkiyê têkoşîn bikin û ax û rûmeta xwe li hemberî çi êrîş an jî dagirker biparêzin.”

Di dawiya daxuyaniyê de jinan bang li civaka navneteweyî û hemû desteyên wê, rêxistinan û mafnas, hemû rêxistinên civaka sivîl, Koalîsyona Navneteweyî û raya giştî ya cîhanê kirin ku li hemberî gefên Tirkiyê bi erka xwe rabin.

(kc)

ANHA


Mijarên Din