Jinên Şehbayê cara yekem beşdarî dewreya bîrdozî ya girtî bûn

Cara yekê ye jinên kantona Şehbayê beşdarî dewreya bîrdozî ya girtî dibin. Jinan ev gav wek gavek dîrokî ji bo perwerdekirina xwe wesifandin.

Bi sedsalan e ku jinên herêmê bi hişmendiya mêrdestiyê nayên hesibandin. Jinên herêma Şehbayê jî para xwe ji vê yekê girtine. Dema çeteyên DAIŞ’ê herêm dagir kirin, zordestiya hişmendiya mêrdestiyê gihişt lutkeyê. Piştî ku QSD’ê herêm ji çeteyan rizgar kir, jinan di civakê de dest bi ispatkirina rola xwe kirin. Jinan gavên xwe yên destpêkê bi riya xwerêxistinkirinê avêtin.

Her çend perwerde dihatin dayîn, lê ji ber hişmendiya mêr, jinan nedikarîn beşdarî perwerdeyên girtî bibin. Yekîtiya Jina Azad a Şehbayê di 6`ê Nîsanê de yekemîna dewreya bîrdozî ya girtî bi navê `Şehîd Eytan Behcet` vekir. Şehîd Eytan Behcet ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan beşdarî greva birçîbûnê bûbû û di greve de dawî li jiyana xwe anî. Perwerdeyê 15 rojan berdewam kir.

29 jin ji her du pêkhateyên Kurd û Ereb ji gund û navçeyên cuda yên kantona Şehbayê beşdarî dewreyê bûn. Di dewreyê de jinan perwerdeyên girêdayî girîngiya perwerde, civaka zayendî (cinsî), jineolojî, têgeh, felsefe, dîroka Rojhilata Navîn û Rojava, welatparêzî û Neteweya Demokratîk standin.

Di dewreyê de jiyana komînal û rihê hevaltî serwer bû. Endaman ji saetên berbanga sibehê ve şiyar dibûn, werzîş dikirin û piştre bi hev re danê taştiyê amade dikirin. Piştî wê dest bi waneyan dikirin.

Jin di saetên êvarê de  piştî waneyan pirtûkên cihereng dixwendin.

Girêdayî wane û nîqaşên ku di di dewreyê de hatine kirin, jina ku beşdarî perwerdeyê bûbû, Emel Ismaîl got: "Piştî şert û mercên dijwar, cara yekê ye ku em  beşdarî dewreya girtî dibin. Ev gav ji bo jinên Şehbaye gavek nû ye. Agahî û waneyên ku me dîtine planên hêzên desthilatdar û kapîtalîzmê ji me re diyar kirin."

Emel destnîşan kir ku di dewreyê de azadiya jinê nas kirine û ev jî gavek girîng e di xurtkirina rêxistinkirina jinan de.

Di waneyan de jinan bi awayekî berfireh mijar nîqaş dikirin.

Têkildarî heman mijarê jina bi navê Lemiya Ehmed Şêxo ku beşdarî perwerdeyê bûbû wiha axivî: “Kesayeta min bi temamî hate guhertin. Min fikr û felsefeya Ocalan nas kir. Vîna jinê ji tevahiya astengiyên ku rastî wê di riya azadî û pêşketina wê de tên bi hêztir e.”

Jinan berdewamkirina xwerêxistinkirin û pêşxistina kesayetên xwe tekez kirin.

(şx)

ANHA


Mijarên Din