Jinên Şengalê: Êrîşên çeteyan vîna me neşikand

Jinên Êzidî yên Şengalê yên ku dê beşdarî  komxebata Kongreya Star a derbarê komkujiya 3‘yê Tebaxê de bibin, gotin: “Beşdarbûna me di komxebatê de ji bo jinên Êzîdî serkeftinek mezin e. Êrîşên çeteyan îradeya jinên Êzidî neşkenand.”

Şandeya jinên Şengalê, Yekîneyên Jinên  Şengalê (YBŞ) gihaştin Rojava da, ku beşdarî  komxebata ku dê di 3`yê Tebaxê lidar bikeve bibin. Dê komxebat bi dirûşmeya `Parastina rumeta jina Şengalê parastina hebûna jinê ye` were lidarxistin.

Di vê çarçoveyê de endama Tevgera Jinên Şengalê Ehlam Hecî girêdayî girîngiya beşdarbûna komxebatê, asta rêxistinkirinê ya ku jina Şengalê gihaştiyê û lîstokên li dijî wan têne kirin ji ajansa me re axivî.

Ehlam got, gelek komkujî li ser gelê Êzidî hatin kirin û wiha got: “Ya herî dawîn komkujiya ku em bûne şahidê wê. Dema çeteyên DAIŞ`ê êrîşî Şengalê kirin, bi hezaran ji gelê Êzidî kuştin, jin û zarok revandin û di nav sûkên çeteyan de firotin. Ruxmî hebûna hêzên Pêşmerga û hikumeta Iraqê li Şengalê, lê tu rolê me di xweparastinê de tune bû heya ku çeteyan êrîşî me kir. Her duyan em di nav lepên çeteyan de hiştin. Lê Hêzên Parastina Gel (HPG) yên ku banga şêniyan bersivandin û berê xwe dan çiyayên Şengalê. Bi hezaran malbatên Êzidî xilas kirin û birin cihên ewle. Her wiha YPG û YPJ`ê jî korîdorek mirovahiyê li Rojava vekir da ku gelê Êzidî derbas bibe."

 ‘Me xwe bi rêxistin kir, da ku sînaroyaya komkujiyê dubare nebe‘

Ehlam diyar kir ku wan li Şengalê xwe di tevahiya waran de bi rêxistin kir, bi taybet di aliyê leşkerî û rêxistinî de, da ku komkujiyên li ser gelê Êzidî dubare nebin.

Ehlam got: “Piştî ku QSD’ê jin û zarokên Êzîdî ji destê çeteyan xilas kirin, ew şandin Mala Êzîdiyan. Wan jî ew şandin Şengalê. Dema kesên rizgarkirî tên Şengalê gelek pirsgirêkên derûnî dijîn. Em jî li gorî derfetên xwe bi wan re dibin alîkar.”

 ‘PDK hewl dide Şengalê ji şêniyên wê vala bike‘

Ehlam destnîşan kir ku PDK`ê malbatên Êzidî yên ku ji çeteyan hatine rizgarkirin dişîne derveyî welêt, bi vê yekê hewl dide Şengalê ji şêniyên wê yên resen vala bike.

Şervana YJŞ‘ê  Newal Raperîn jî destnîşan kir ku ew gelek kêfxweş e ji ber ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye û wiha pê de çû: “Ez pir keyfxweşim ku ez ê beşdarî komxebatê dibim. Bi saya keda bêhempa ya jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, îro em dikarin hebûna xwe rave bikin."

Newal wiha li gotinên xwe zêde kir: "Piştî derbasbûna 5 salan li ser komkujiya Şengalê ya ku em bûne şahidên wê re, piştî ku HPG û YPJ`ê em rizgar kirin, me xwe bi rêxistin kir û hêzek leşkerî taybet ava kir. Da ku ferman li ser me dubare nebin.”

‘Hîna jî gefên dagirkeriya Tirk li ser gelê Êzidî hene’

Di nav gotinên xwe de Newal got: "Wek YJŞ em dibînin ku hîna tehdîdên dagirkeriya Tirk li ser gelê Êzidî hene. Tirkiye destekarê sereke yê DAIŞ`ê ye. Em jî amade ne xaka xwe ji gefên Tirkiyê biparêzin."

(şx/bm)

ANHA


Mijarên Din