'Jinên siyasetmdar û rêxistinkirî dibin hedefa yekemîn a dewleta Tirk'

Beşdarên kongra 8'an a Kongreya Star gotin: "Em ê xwe bighînin hemû jinên civakê û azarên wan guhdar bikin da ku pirsgirêkên wan çareser bikin û wan bi rêxistin bike. Em ê bi ramanê rêber Abdullah Ocalan têkoşîna xwe bilind bikin."

Kongra 8'an a Kongreya Star a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi beşdarbûna 300 delgeyan ji her sê kantonan, bajarê Heleb û Şamê û mêvanên ji Başûrê Kurdistanê li bajarokê Rimêlan didome.

Beşdarên kongrê kêfxweşî û serferaziya xwe bi lidarxistina kongreyê di vê pêvajoyê de anîn ziman û diyar kirin ku kongreyê hemû jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Heleb, Şam û Başûrê Kurdistanê kom kir, her wiha bi jinên cîhanê peywendî  çêkir.

'KONGRÊ JI BO TÊKBIRINA PLANÊN TIRKIYÊ YE'

Ji jinên Efrînê yên koçber bûne, Zeyneb Elî got: "Ji vê kongreyê em hemû jinên têkoşer û berxwedêr ên di Berxwedana Serdemê, berxwedana Şêxmeqsûd, Kobanê û Berxwedana Kobanê bi serbilindî li hemberî êrişên dijmin rabûn, silav dikin. Lidarxistina kongreyê di vê pêvajoyê de têkbirina planên Tirkiyê ya dagirker li herêmê ye ya ku di radeya yekemîn de jinan dike hedef. Her wiha armanca kongreyê asta têkoşînê li hember hemû siyasetên dewletên cîhanî yên hegemon, di serî de dewleta Tirk ên li dijî jinan bilind bikin. Dewleta Tirk îradeya jinan azad dike hedef. Jina bi hêz, ya rêxistinkirî û şervan û siyasetmedar armanca yekemîn a dewleta Tirk e."

Zeyneb Elî destnîşan kir ku her çiqas dewleta Tirk tundiya li ser jinên efrînî zêde dike, îsrara jinan a rakirina tola xwe zêde dibe.

'KONGRÊ HEMWEXTÎ BÎRANÎNA SALVEGERA ŞEHÎDÊN BERXWEDANA RÛMETÊ HAT'

Ji pêkhateyê Ereb ên ji bajaêr Hesekê Henadî Hemadî bi bîr xist ku kongrê hemwextî bîranîana salvegera şehadeta têkoşer Hevrîn Xelef û hemû şehîdên Berxwedana Rûmetê de tê lidarxistin û wiha pê de çû: "Hevrîn Xelef sembola aştiyê ye, ji bo azadiyê hêza têkoşînê da û di dilê me de baweriya bi hêza jinan ava kir. Yadê Eqîde û têkoşer Zîlan Ereb jî ji bo azadiya jinan têkoşiyan. Îsal me bi hemû hêza xwe kar kir da ku bibin layiqî keda Hevrîn û hevalên wê, ji ber wan îsbat kir ku jinan dikarin hebûna xwe di her qadan de pêşengtiyê bikin."

Henadî destnîşan kir ku armancên nîqaşên di kongreyê de têne kirin ji bo pêşxistina hişmendiya jinan û rêxistinkirina wan da ku rola xwe di civakê de wekî tê xwest bi cih bînin.

'KONGREYA STAR HEMBÊZA HEMÛ JINÊN ROJHILATA NAVÎN E'

Endama Komîteya Jinan a Kantona Girê Spî ya pêkhateyê Çerkes Wefa Paşa da zanîn ku jinan cihê xwe di hemû saziyên Kongreya Star de girtin, Kongreya Star derfet da hemû jinan ne tenê jinên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, di heman demê de hemû jinên li Rojhilata Navîn da ku hêza xwe di civakê de îsbat bikin.

Wefa destnîşan kir ku jin ji aliyê dagirkeriya Tirk ve hatin hedefkirin û Hevrîn Xelef û Zehra Berkel mînake vê yekê da û wiha got: "Ji ber ku di nava Kongreya Star de têkoşiye. Ji ber ku Kongreya Star hembêza xwe ji hemû jinan ên ji hemû pêkhateyan vekir û ji wan re bû perde û sîwana xelasiya ji zilmê."

'KONGREYA STAR QADA SIYASÎ JI JINAN RE VEKIR'

Hevseroka PYD'ê ya herêma Firatê Bêrîvan Hesen bal kişand ser rola pêşeng a Kongreya Star ku di salên dawî de pêk anî kir û ev tişt diyar kir: "Kongreya Star ji hemû jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bû sîwan û gelek ked da, mîna têkoşer yadê Eqîde ya ku destek da şervanên Berxwedana Rûmetê û yadê Emîne û Zehra û Hebûn ji bo azadiya jinan têkoşîn kirin."

Bêrîvan Hesen diyar kir ku keda mezin a ku Kongreya Star daye asta têkoşîna wê ya ji bo rêxistinkirina hemû jinên Bakur û Rojhilatê diyar dike, ji ber vê yekê jina hedefa yekemîn a dewleta Tirk e, ji ber ku dewleta Tirk jinên siyasetmdar, rêxistinkirî û têkoşber wekî xeteriyekê li ser siyasetên xwe dibîne.

Bêrîvan got: "Ev civîn ji hemû rengan pêk tê, nûnerên ji jinên Ereb, Kurd, Çerkes û Ermen hola kongreyê dixemilînin, armanca wan heye, jiyana hevbeş bi çand, ziman û mîraseya xwe."

Bêrîvn Hesen axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Di vê kongreyê de em ê azarên ku jin di civakê de dikişînin ji kuştin, destdirêj û revandin çareser bikin. Me meclisên taybet ên jinan ava kirin da ku xwe bighînin hemû jinan û wan bi rêxistin bikin û pirsgirêkên wan çareser bikin, her wiha asta têkoşînê bi ramanê rêber Ocalan bilind bikin."

ANHA


Mijarên Din