Jinên Şêrawa binpêkirinên dagirkeriya Tirk şermezar kirin

Îro bi dirûşma "Jinên Efrînê û yên cîhanê yek in û na ji dagirkeriya Tirk û çeteyên wê re" Kongreya Star a Efrînê daxuyaniyeke nivîskî der barê binpêkirinên bênavber ên dewleta Tirk û çeteyên wê li Efrînê û êrîşên li ser Başurê Kurdistanê û kantona Şebayê de weşand.

Bi dehan şênî û endamên meclis û komînan li qada Kampa Vegerê ya başûrê gundê Ziyaretê yê navçeya Şêrawa ya kantona Şehbayê kom bûn.

Beşdaran wêneyên şehîdên Berxwedana Serdemê û pankartên bi nivîsên "Ji bo azadiya rêber Apo û bersivdana dagirkeriya Tirk, serî hildin" hildan.

Daxuyanî ji hêla endama Kongreya Star a navçeya Şêrawa Roken Bazîko ve hate xwendin û wiha ye:

"Dagirkeriya Tirk û çeteyên wê rêbazên herî kirêt û qirêjî di êrîşên li dijî gelê Kurd de bi kar tînin da ku vîna jinan bişikînin û rêya di navbera Rojava û Başurê Kurdistanê de bibire.

Ji roja yekemîn a dagirkeriya Tirk li Efrînê ve, siyasetên qirêjî li dijî gelê Efrînê dimeşîne, êrîşî kantona Şehbayê û navçeya Şêrawa dike. Li rexê jî berhemên çandiniyê yên sivîlan dişewitîne û zirarê digihîne xwezayê. Lê mixabin, cîhan û dewletên ku dibêjin mafên mirovan diparêzin, li hemberî vê yekê bê deng û bê wijdan in. Ev jî dihêle li pêş dagirkeriya Tirk û çeteyên wê  derfetên êrîşkirinê çêbin.

Em jinên Efrînê, dê li hember binpêkirinan li ber xwe bidin, di berxwedana xwe de bi ramanên rêber Ocalan berdewam bikin û dê Efrînê ji dagirkeriya Tirk rizgar bikin.

Di dawiyê de bang li jinên Başurê Kurdistanê û cîhanê ji bo raperîn û derketina qadan hate kirin.

Daxuyanî bi dirûşmên silavkirina berxwedana şêniyên Efrînê bi dawî bû.

(fr)

 ANHA


Mijarên Din