Jinên Tebqayê: Heta dîwar hilweşe dê berxwedan bidome

Îro bi dehan jinên Tebqayê ji bo şermezarkirina lêkirina dîwar li Efrînê ku dagirkeriya Tirk lê dike û dixwaze axa Sûriyê parçe bike, meşek li dar xist.

Ji bo şermezarkirina kiryarên dagirkeriya Tirkiyê û lêkirina dîwar li Efrînê ku dixwaze axa Sûriyê parçe bike, jinên Tebqayê meşek organîze kir.

Meş ji pêşiya avahiya Rêveberiya Jinan a Tebqayê dest pê kir û ber bi Navenda Çandê ve meşiya.

Jinan pankertên "Na ji dagirkeriya Tirkiyê û komkujiyên Osmaniyan re”, “Na ji parçekirina welat re, em hemû pêkhateyên Sûriyê di yek keştiyê de ne", wêneyên qurbaniyên komkujiyên ku dagirkeriya Tirk û çeteyên wê bi taybet der heqê jin û zarokan de li Efrînê pêk anîn, alên Yekitiya Jinan, alên Meclisa Malbatên Şehîdan û alên Meclisa Jinên Sûriyê hildan.

Piştî ku meş gihîşt pêşiya avahiya  Navenda Çand û Hunerê, deqeyekê rêz hat girtin, paşê endama Rêveberiya Jinan Macîda El- Hisên daxuyanî  xwend.

Jinan destnîşan kir ku dagirkeran di destpêkê de hewl da çavberdanên xwe li xaka Sûriyê pêk bînin û hewl da serdema Osmaniyan vejînin.

Daxuyaniyê destnîşan kir ku Erdogan hewl dide aloziyên partiya xwe yên hundirîn derxe derve û berê gelê xwe bide derve.

Her wiha di daxuyaniyê de berxwedana jinên Efrînê ya li dijî dagirkeriya Tirkiyê hate diyarkirin û tiştê ku rastî wan hatin ji kiryarên dagirker û çeteyên wê, her wiha li ser berxwedana têkoşerên di zindanên Tirkiyê de û berxwedana têkoşer Leyla Guven ku 194 roj e di grevê de ye û siyasetên Tirkiyê red dike.

Di dawiya daxuyaniyê wiha hate gotin: "Em ê dengê xwe bilind bikin û wijdanê cîhana razayî rakin û parçekirina welêt red dikin û berxwedan didome heta ku dîwarê parçekirinê hilweşe û dagirkerî bi dawî bibe."

ANHA


Mijarên Din