Jinên Tebqayê serdana çalakiya konvendanê ya ciwanan kir

Bi dehan jinên Tebqayê îro serdana çalakiya konvedanê ya ciwanan a ji şermezarkirina binpêkirinên dagirkeriya Tirkiyê li herêmê û hewldana wê yên parçekirina xaka Sûriyê, kir.

Çalakiya konvedanê ya ciwanên Tebqayê ya bi armanca şermezarkirina binpêkirinên dagirkeriya Tirkiyê li herêmê di roja duyemîn de didome. Çalakî bi dirûşmeya `Bi giyanê ciwanên fedayî em ê Sûriyeya azad, demokratîk û ne navendî biparêzin` li qada meclisa Ciwan li paş sûka navendî didome.

Îro bi dehan jinên Tebqa û endamên Mala Jin serdana konê çalakiyê kirin.

Çalakî, bi deqeya rêzgirtin destpê kir. Paşê  endama rêveber a Mala Jin a Sefsafeyê Seher El-Mistefa daxuyaniyek bi navê Rêveberiya Jinan a Tebqa û gundewarê wê xwend. Di daxuyaniyê de binpêkirinên der mirovî û ne exlaqî yên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê  li herêmên dagirkirî bi taybet Efrîn, tundiya derûnî û fîzîkî ku çeteyên dagirkeriyê der heqê jinên Efrînê de pêk tînin hate şermezarkirin.

Di berdewema daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku Erdogan hewl dide bala gelê xwe bikşîne ser derve û aloziyên xwe yên hundirîn veşêre. Di daxuyaniyê de bêdengiya civaka navdewletî li hember kirinên Tirkiyê û hewldanên wê yên qutkirina Efrîn ji Sûriyê hate şermezarkirin.

Piştî ku beşdaran sloganên silavkirina berxwedana Efrînê berz kirin, senevizyonek ku balê dişîne ser binpêkirinên dagirkeriya Tirkiyê û çeteyên wê ji roja êrîşan ve hate niha herêmê hate pêşandan.

(şx)
ANHA


Mijarên Din