Jinên Tebqayê û şêniyên Keramê sûcên dewleta Tirk şermezar kirin

Bi dehan jinên herêma Tebqa û gundewarên wê meşiyan û bêdengiya navneteweyî ya li hemberî hovîtiya dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê şermezar kir.

Meş ji ber Bajarê Werzîşê yê li rojavayê bajêr dest pê kir. Bi dehan jinên ji Tebqayê tev lê bûn. Jinan wêneyên şehîdan û zarokên ku ji ber êrişên dewleta Tirk a dagirker şehîd bûne, hildan. Her wiha sloganên şermezarkirina bêdengiya navneteweyî li hemberî sûcên dewleta Tirk berz kirin.

Meş li ber avahiya Rêveberiya Jinan rawestî û veguherî mitîngê. Di mitîngê de endama rêveber a Rêveberiya Jinan a Tebqayê Radiye El-Abid daxuyaniyek bi navê jinan da raya giştî. Di daxuyanî wiha hate gotin:

“Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên terorîst hovanetirîn sûcan li dijî şêniyên herêmên dagirkirî pêk anîn û hîna pêk tînin. Bi zanebûn siyaseta koçberiyê li dijî şêniyên resen meşandin û binesaziyên herêmê topbaran û wêran kir. Sûcên wê li vê astê ranwestîn, lê belê jin û zarok kirin hedef û hîna kiryarên xwe yên der mirovî didomînin.

Ev sûc di radeya yekemîn de tevgera têkoşîna jinan dike armanc. Li hemberî wan kiriyan wan em soza mezinkirina asta têkoşînê heta rizgarkirina tevahiya axa dagirkirî didin.”

KERAMÊ

Li bajarokê El-Keramê jî li rojhilatê gundewarên Reqayê bi sedan şênî ji Çerxerêya Sinbilê li rojhilatê bajarokê ber bi Şaredariya Gel a li beşa rojavayê bajarokê ve meşiyan. Şêniyan bi rêya sloganên ku berz kirine, banga bidawîkirina dagirkirina herêmên dagirkirî û hesabxwestina ji sûcdaran kir.

Di meşê de hevserokê Şaredariya Gel a Keramê Xalid El-Xemirî axivî û got: “Herêma Rojhilata Navîn ji ber ku bi berhemên binerd dewlemend e, her tim li ber çavên hêzên mêtinger û emperyal bû. Her wiha bi ciwanên xwe yên xurt û vîna wan ên ku di dirêjahiya dîrokê de li hemberî mêtingeran li ber xwe dan, tê naskirin.”

El-Xamirî bal kişand ser hewldanên dewleta Tirk û diyar kir ku ew dixwaze dîrokê careke din zindî bike ji ber wê herêmên Sûriyê dagir dike û sûcan li dijî şêniyên herêmên dagirkirî pêk tîne, gelê wê da koçberkirin, dest avêtin jinan, darên wê qut kirin û ji bo asîmlekirina nasnameya Sûrî navên bajaran guhert.

Di dawiyê de El-Xemirî berdewamkirina têkoşîn û berxwedanê li hember dagirkeran heta vegerandina tevahiya mafan û vegera koçberan ji warên xwe re piştrast kir.

ANHA


Mijarên Din