NÛÇEYÊN LEZGÎN! Li Minbicê teqînek pêk hat

Jinên Tirbespiyê ji bo piştevaniya Leyla Guven îmzeyan kom dikin

Kongreya Star a herêma Cizîrê ji bo piştevaniya çalakiya Leyla Guven dest bi hemleya berhevkirina îmzeyan ji jinên herêma Cizîrê kir ku ji bo rakirina tecrîda girankirî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdulah  Ocalan dest bi grevê kiriye.

Endamên Kongreya Star ên navçeya Tirbespiyê ya girêdayî kantona Qamişlo dest bi pêngava komkirina îmzeyan ji jinên navçeyê kir ku piştevanî û piştgiriya berxwedana parlamentera HDP’ê û hevseroka KCD’ê Leyla Guven a ku ji bo rakirina tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd  Abdullah Ocalan ji 8’ê Cotmeha 2018’an ve dest bi grevê kiriye.

Da ku hejmarek zêde ji îmzeyan bê bidestxistin, Kongreya Star hin komîte ji 4 endaman ji Kurd, Ereb û Suryan pêk tên, ava kir.  Ji saetên sibehê ve li kolanên navçeya Tirbespiyê dest bi berhevkirinê kir û rastî pêşwazîkirineke mezin ji hêla jinan ve hat. Her wiha diyar kir ku têkoşer Leyla Guven ku greva wê ketiye roja 181’an find û ronahiya jinên azad e.

Tê payîn ku piştî bidawîkirina berhevkirina îmzeyan, Kongreya Star wan îmzeyan radestî rêxistina li dijî tundiyê ya navdewletî bike.

(fr)

ANHA


Mijarên Din