Jinên Tirbespiyê li dijî tecrîdê meşiyan

Jinên navçeya Tirbespiyê bi armanca destekdayîna çalakiyên greva birçîbûnê meşek li dar xist. Her wiha bang li civaka navdewletî kirin ku ji bêdengiya xwe derkevin.

Bi sedan jinên navçaya Tirbesiyê bi dirûşma "Bi rihê berxwedana zindanan em ê rêya serkeftin û rizgarkirinê berdewam bikin" û bi armanca destekdayîna çalakiyên greva birçîbûnê ku ji bo bidawîkirina tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêk tên û ji bo şermezarkirina bêdengiya navdewletî der barê kiryarên dewleta Tirk de, meşek li dar xist.

Meş ji ber Navenda Kongreya Star a naçveyê dest pê kir. Di meşê de pankartên bi nivîsa "Bi rihê berxwedana zindanan em ê rêya serkeftin û rizgarkirinê berdewam bikin" her wiha wêneyên Leyla Guven û hevrêyên wê yên di greva birçîbûnê de hatin hildan.

Di meşê de dirûşmên piştgiriya Leyla Guven û hevrêyên wê yên di grevê de hatin berzkirin. Meş li pêşiya meclisa navçeya Tirbespiyê veguherî mitîngê.

Di mitîngê de ji rêveberên Kongreya Star Nalîn Temo axivî û destnîşan kir ku ew destekê didin berxwedana Leyla Guven û hevrêyên wê di greva birçîbûnê de û wiha got:"Xwestekên wan xwestekên rewa ne. Divê civaka navdewletî bikeve nava tevgerê û kiryarên dewleta Tirk a dagirker bisekînine."

Mitîng bi dirûşmên daxwaza bidawîkirina tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û silavkirina berxwedana jinan bi dawî bû.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku hevseroka KCD`ê û parlamentera HDP`ê Leyla Guven bi armanca bidawîkirina tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ev 164 roj e di greva birçîbûnê de li ber xwe dide.

(bx)

ANHA


Mijarên Din