​​​​​​​“Jinwar berhema têkoşîna jinan li Rojava ye”

Li gundê JInwar bi sedan jinên kantonên Hesekê û Qamişloyê salvegera 2`yemîn a avakirina gund pîroz kir. Jinan piştrast kir ku avakirina gund berhema têkoşîna jinan li Rojava ye.

25`ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan hema dîroka salvegera 2`yemîn a avakirina gundê Jinwar e. Bi vê boneyê li gundê Jinwar bi tevlêbûna bi sedan jinên navçeyên Dirbêsiyê, Zirgan û gundê Jinwar, endamên Kongreya Star a herêma Cizîrê, Asayîşa Jinan û şervanên Yekîneyên Parastina Gel (YPJ) şahiyek li dar ket.

Di destpêka şahiyê de Koordînasyona Kongreya Star a herêma Cizîrê Rîhan Temo axivî û got: “Jinan li Rojava di tevahiya warên siyasî û leşkerî de cih girt û gelek serkeftin bi dest xistin. Avakirina gundê Jinwar yek ji berhemên têkoşîna jinan e.”

Rîhan da zanîn ku bi saya fikr û felsefeya rêber Abdullah Ocalan jinan li Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyê gelek destkeftî bi dest xistin.

Rîhan di nava axaftina xwe de, salvegera 2`yemîn a avakirina gundê Jinwar pîroz kir.

Di şahiyê de jinên gundê Jinwar, belavokên girêdayî gund, dîroka avakirinê û armanca avakirinê û pirtûkên jinelojî li beşdarên şahiyê belav kirin.

Şahî bi gerandina xelekên govendê bi dawî bû.

(şx)

ANHA


Mijarên Din