Jênegeriya parastina hebûnê: Xweparastin - 2

“Dîrok xwe dubare dike, lê li gorî taybetmendiyên demê li ser xwe zêde dike û dubare dibe.”

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, dîrokê ji destpêkê de wek du çemên herikbar dinirxîne: çemê yekemîn, şaristaniya kapîtalîst, yê duyemîn jî çemê şaristaniya demokratîk e.

Piştî Şoreşa Fransayê ya burjuvaziyê; ji sedsala 18’emîn ve tevgerên navendî yên netewedewlet yên neteweperest bi pêş dikevin.

Tevgerên xweparastin û şerên gel ên di vê demê de derketine holê, ji neteweperestî û dewletgiriya neteweyî bandorê digirin. Lê di cewherê xwe de ezmûna civakê ya derdikeve holê, di çemê şaristaniya demokratîk ê xweparastinê de ye.

Ji Ewropayê heta Amerîka û heta Afrîkayê şerê serxwebûna tevgerên sosyalîst, her yek ji ezmûnên xweparastinê ne ku em dikarin bi çend mînakên li wan binêrin:

KOMÛNA PARÎSÊ

Komûna Parîsê sala 1871’an hatibû avakirin û manîfestoyek bû û ji gel re ev bangewazî dikir:

‘ŞERKIRIN Û QEZENCKIRIN ERKA ME YE’

Li derdora fikra kedkar, sosyalîst û anarşîst xwedî birêxistinbûnekê bû û wê xwe diparast. Piraniya leşkeran jî tev li gelê ku bajar diparast, bûn. Raperînê êdî astengî nas nedikir û berfireh dibû. Di dawiyê de rayedar mecbûr man ji Parîsê birevin. Êdî tenê serwerekî bajar hebû û ew jî gelê birêxistinkirî bû.

Komûna Parîsê tenê 60 rojan karî xwe li ser pêyan bigire. Komûnaran ji ber ku bi qasî têrê bike nekarîn amadekariyê bikin. Ji aliyê artêşa Versayê ve di êrîşên bombardûmanê de nekarîn demdirêj li ber xwe bidin. Lê Komûna Parîsê nîşan da ku “lingtazî û birçî” jî dikarin serkeftinê bi dest bixin. Di heman demê de der barê pêdiviya zafereke (serkeftineke) bi amadekarî de jî ezmûnek da avakirin. Piştî Komûna Parîsê hemû tevgerên xweparastinê û şoreşê ji vê ezmûnê gelek tişt fêr bûn.

HAÎTÎ: LI DIJÎ KOLETIYÊ ZAFER ANÎ

Sala 1789’an Haîtiyê bi tena serê xwe hewcedariya cîhanê ya şekir ji sedî 40 dabîn dikir û di bin dagirkeriya Fransayê de bû. 500 hezar reşikên ji Afrîkayê wek kole anîbûn, di zêviyên silkan de didan xebitandin. Di hundirê 200 salan de koleyan serhildan dikir, lê nedikarîn ji bin dagirkeriyê rizgar bibin. Di sala 1791’an de di pêşengiya Toussaint L'Ouverture koleyan careke din dest bi raperînê kir.

Taybetmendiya herî bingehîn a Haîtiyê di serdema modernîteya kapîtalîst de mirovên ji Afrîkayê dihatin revandin û dibirin Ewropayê, mîna koleyan dihatin firotin. Ev kole wek mirov jî nedihatin hesibandin. Ji her cure tundî, dagirkerî û heqaretê re rû bi rû diman. Ew mirovên ji ber rengê xwe dihatin kolekirin, qedera xwe girtin destê xwe û koletî bi dawî kirin.

Bi xweparastinê kesên kole di zêviyên silk û malên kesên spî de şewitandin, dagirker ji welatê xwe qewitandin. Haîtî yekemîn komar bû ku ji aliyê mirovên reşik de hat birêvebirin.

SPANYA: XWEPARASTINEKE BÛYE ÎLHAM

“Mirovên azad nebûne çi ne?
ji min re bêje, Marîna.
Bêje ez çawa ji te hez bikim,
Heke ez azad nebim?”                  

F. Garcia Lorca

Li Spanyayê piştî komarparêz hatin ser hikum, xanedanî ji holê rakirin. Di sala 1936’an de endamên artêşê yên faşîst hewl da derbeyekê bikin. Li hember vê Spanyoliyan bajar bi bajar şerê xweparastinê bi rêxistin kir. Kesên sosyalîst, anaşîst û hemû kesên din û şoreşgerên enternasyonalîst di vî şerê xweparastinê de cih girt. Cara yekemîn di bajaran de “yekîneyên jinên azad” ava bûn û jin jî tev li şerê xweparastinê bûn.

Rejîmên faşîst yên wê demê Îtalya ya di bin dîktatoriya Mussolînî û Almanya ya ku di bin dîktatoriya Hîtler de bû, destek da Franco yê faşîst. Franco ji bo rûxandina hêzên xweparastinê ji bakurê Afrîkayê leşkerên paramîlîter anîn, li dijî gel dan bikaranîn.

Şoreşger di sala 1939’an de li Spanyayê bi bin ketin. Lê di tevahiya cîhanê de ji bo avakirina ruhekî xweparastina enternasyonal tevkariyeke mezin pêşkêş kir.

GANA

Parzemîna Afrîkayê li dijî dagirkeriyê bi serê xwe ezmûneke berxwedan û xweparastinê ye. Ji bo parastina nirxên xwe yên çandî, mînakên xweparastinê yên li dijî Îngilîzan û şerê serxwebûnê mînakên sereke ne.

Gana welatekî Afrîkaya Navîn e û xwedî kanên (maden) zêran e. Berwedana xweparastinê ya herî mezin di destpêka sala 1900’î de hate dayîn. Navê kesa ku ji berxwedanê re pêşengî kir, melîkeya herêma Ejîsu Asantewaa bû. Li dijî xebitandina bi zorê ya gel li kanên zêran û dizîna dewlemendiyên welatê xwe, artêşeke mezin a xweparastinê ava kir.

Ji bo amadekariyên şerê xweparastinê heta ku temam bibe û wext qezenc bike, efsaneya “kursiya melîkeyê ya zêr” belav kir. Ji Îngilîzan re kursiyeke zêr a sexte şand.

Piştî vê berxwedanê, arteşa Îngilîzan bi bin ket. Îngilîzan li cihên din ên Afrîkayê bi leşkerên bipere, berxwedan têk birin. Lê serhildana ku Melîke Asantewaa da destpêkirin, li welatê Ganayê berxwedan pêl bi pêl bi cureyên din belav û berfireh bû.

Piştî sala 1945’an berxwedan bi çalakiyên grev kirin û çalakiyên kolanan bi şiklekî pasîf berdewam kirin. Li hember xwepêşandanên gel emrê bikaranîna çekan polîsên reş ên girêdayî dagirkeriya Îngilîzan çek bikaranîn, qebûl nekir.

Îngilîzan bi destê mirovên spî êrîşî gel kir û hejmareke mezin mirov hatin qetilkirin. Ji ber vê careke din pevçûnên çekdarî dest pê kir. Pêşengiya serhildanê hevalê Che Guevara; Kwame Nkrumah ê sosyalîst kir. Ganayê piştî 50 salan bi berxwedana xweparastinê Îngilîzên dagirker ji ser axa xwe qewitandin û di sala 1957’an de serxwebûna xwe îlan kir. Li Ganayê melîke Asantewaa hê jî wek remza roja serxwebûnê tê bibîranîn. 

KUBA: XWEPARASTINÊ BI XWE RE ŞOREŞ ANÎ

Bi îlhama ku ji Spanyayê hat wergirtin, sala 1953’yan li Kubayê şoreş pêk hat. Li dijî rejîma faşîst a Batîsta li hember garnîzoneke leşkerî çalakiyek hat lidarxistin û rêberê şoreşê Fidel Castro jî di nava vê komê de hat girtin.

Lê êdî tîr ji kevanê derketibû. Gel bi çalakiyan destek da şoreşgeran û li cihên çiyayî gel amadekariya şer kir. Bi pêşengiya Che Guevara û Fîdel Castro, gelê ku hat birêxistinkirin, sala 1959’an ket paytext Havanayê û Batîsta yê faşîst ji welêt revî.

VÎETNAM: ŞERÊ GEL

Şerê herî girîng ê xweparastinê di sedsala 20’an de li Vîetnamê pêk hat. Gelê Vîetnamê şerê gel wek “zilam, jin, kal û pîr, zarok... sira rastîn a şerê gel, hemû kesên şervan in... Bi çi awayî dikare şer bike; bi çek, bi çalakiyên polîtîk û xwepêşandanan, bi axaftin, nîqaşkirinan... bi şanazî, sofîstîke (nêzîkatiyên ne ji dil) û bi hêz mayînê” tê terîfkirin.

Vîetnamiyan 200 salan li dijî dagirkeriyê şerê xweparastinê meşand û beriya wê li dijî dagirkeriya Fransayê di qadên çiyayî de li ber xwe da. Piştî wê li dijî dagirkeriya Amerîkayê bajar bi bajar xweparastin bi rêxistin kirin. Li Vîetnamê yekîneyên xweparastinê yên hatin avakirin ji kesên demên asayî de yên axa xwe diçand û hildiberandin, dema êrîşek bi pêş diket, dihat parastin. Vê rêbazê di aliyekê de hêzên dijmin dikirin du beş, têk dibirin, li aliyê din jî dihişt ku têkoşîna gel bi hêz û zindî bike.

Bi vê zanebûnê gelê Vîetnamê yê ku şerê xweparastinê dida meşandin, ruxmê serdestiya teknîk û leşkerên dijmin di berxwedana xwe de bi ser ketin. DYA bi 500 hezar leşker, 3 hezar û 300 balafir û 5 hezar helîkopterê xwe bi bin ket û sala 1968’an binkeftin qebûl kir û paşve kişiya.

FILISTÎN

Li Filistînê di sala 1948’an de piştî avakirina dewleta Îsraîlê, ji bo gelê Filistînê bibe xwedî dewleteke serbixwe, gelek tevgerên gel çêbûn. Destpêkê li dewletên Ereban ên cîran  pevçûnan rû da. Lê piştî salên 1960’yî bi avabûna Rêxistina Rizgariya Filistînê re ev pevçûn veguherîn şerê xweparastinê.

Di van pêvajoyan de Rêxistina Rizgariya Filistînî û Hamas li dijî dewleta Îsraîlê têkoşîna çekdarî meşand. Hin komên hê radîkaltir di van pêvajoyan de li dijî Îsraîlê çalakî pêk anîn. Di nava van rêxistinan de Rêxistina Rizgariya Gel a Filistînê, Eniya Rizgariya Demokratîk a Filistînê û Cîhada Îslamî cih digirtin.

Di salên 1970’yî de rêxistinên Filistînî çalakiyên bi hedef ên teng esas girtin ku ji bo raperîneke gel a demdirêj amadekarî berdewam kirin. Yekemîn tevgera întîfada anku serhildana topyekûn di navbera salên 1987 – 1993’yan de pêk hat.

Di encama civînên hevdîtinên Oslo û Camp Davîdê de ev serhildan sala 2000-2005’an wê pêvajoya duyemîn ya întîfada ango serhildan şopand.

Pêvajoya yekemîn ya întîfadayê rêxistinên El-Fetîh, Rêxistina Rizgariya Gel a Filistînê, Eniya Rizgariya Demokratîk, Partiya Gelê Filistîn, Hamas û Cîhada Îslamî beşdar bû. Di vê pêvajoya berxwedana gel de nêzî 2000 Filistînî jiyana xwe ji dest dan. Gelê Filistînî piranî di xwepêşandanan de ji aliyê leşkerê Îsraîl’î ve hatin qetilkirin.

Raperînên di vê pêvajoyê de hişt ku pirsgirêka Filistînê bikeve rojeva navneteweyî. Di encamê de ji bo naskirina dewleta Filistînê hevdîtin hatin kirin û pêvajoya serhildanê bi dawî bû.

Pêvajoya duyemîn a serhildanê wek ya yekemîn ji raperînê zêdetir li dijî êrîşên dewleta Îsraîl wek pêvajoyejke berxwedanê bi pêş ket. Di vê pêvajoyê de Îsraîl di aliyekê de dagirkeriya xwe ya li rojavayê Şerîayê berfirehdikir di aliyê din de Xaze girt nava dorpêçê.

Rêberê Filistînê Yaser Arafat sala 1988’an sazbûna dewleta Filistînê îlan kir. Lê ev dewlet destpêkê bi operasyonên Îsraîlê, hema bêje Şerîa ya rojava kete bin dagirkeriyê. Li Filistînê berxwedana gel a parastinê hê jî berdewam dike.

ANHA


Mijarên Din