Joe Biden soza hilweşandina hikumeta Erdogan da û wek dîktator wesif kir

Cîgirê serokê Amerîkayê yê berê û bernamzetê Partiya Demokrat ê serokatiyê Joe Biden soz da heke di hilbijartinan de bi ser bikeve ew ê serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan ji ser hikum rake û ew wek dîktator wesif kir. Her wiha ragihand ku ew ê piştgiriya muxalefeta Tirkiyê bike.

Joe Biden Erdogan tawanbar kir û got ku wî DAIŞ ava kir û metirsiya xwe der barê hebûna 50 serikên nukleerî yên Amerîkayê li Tirkiyê raber kir û soz da ku ew ê bi hevalbendên Amerîkayê yên Ii herêmê re kar bike da ku Erdogan û kiryarên Erdogan ji Deryayê Spî dûr bixe.

Ev yek di hevpeyvîneke rojnameya New York Times a Amerîkayê de hate diyarkirin. Piştî hevdîtinên bi namzetên Partiya Demokrat re ku di mehên borî de hatin belavkirin, Joe Biden helwesta xwe yên siyasî yên li hemberî Erdogan eşkere kir.

Pirsa "Li Tirkiyê DYA hîn jî xwedî çekên nukleerî ye û Erdogan xwedî reftar e,  gelo der barê vê yekê tu rehet î?" Biden wiha bersivand: "Asta vehesiya min gelekî kêm bûye, min gelek wextê xwe bi Erdogan re derbas kir."

Rojnameyê bi bîr xist ku Biden 2014`an daxuyand ku Tirkiye di avakirina DAIŞ`ê rolek lîst, vê yekê jî bandor li xebatên dîplomatîk kir, lewma Biden got wî gelek dem pê re derbas kir, ew dîktator e.

Joe Biden wiha axaftina xwe dewam kir: "Ez dibînin ku divê em rêbazeke cuda pê re bidin meşandin, divê em piştgiriya muxaleftê bikin. Rêbazek li cem me hebû heta demekê ji bo tevlêbûna niştecihên Kurd ji parlamentoyê re bi kêr dihat, ji ber vê divê em behsa şaşiyan bikin, temenê vê yekê bide, divê temenê ka gelo em ê hîn jî çekan bifiroşinê yan na? Lewma ez der barê vê yekê de nerehet im, lê dîsa jî ez bawer dikim ku heke em bixwazin rasterat tev li vê yekê bibin, em dikarin piştgiriya Tirkiyê bikin, ji ber hîn jî hene û sûdê hîn zêdetir ji wan bigirin, li gel vê wan teşwîqî rakirina Erdogan ji ser hikum bikin, ne bi rêya derbeyan lê bi rêya hilbijartinan. Dawî lê hat, li Stenbolê jî hilweşiya. Di nava partiya xwe de giraniya xwe winda kir, wê demê em niha çi bikin? Em tenê li wir rûdinên û teslîm dibin, tişta herî dawî ku min ê bikira ew bû ku têkildarî doza Kurdan tawîzan bidin.”

Biden wiha axaftina xwe domand: "Têkildarî doza Kurdan du caran pê re civiyam, lê di wê demê de nehatin çewisandin, divê em eşkere bikin ku vê yekê dixwazin, ji ber ku di dawiyê de Tirkiye naxwaze xwe bispêre Rûsyayê. Beriya niha gepek ji wê sêvê xwarine û fêm kirin ku lîstika bi wan re berdewam nekin."

Joe Biden wiha li axaftin xwe zêde kir: “Ji ber vê yekê ez heta dawiyê nerehet im, zêde nerehet im. Têkildarî balafirgehên me û em ê çawa xwe bigihînin wan, ne rehetim. Ez bawer im heta em bi hevalbendên li herêmê re bicivin û xwe dûrî kiryarên wî yên li herêmê bixin, gelek kar jê re divê, nexasim li Deryaya Spî û mijara petrolê û hin xalên din ku demê dixwazin. "

(eh)


Mijarên Din