John Philip: Hikumeta Australia keda ku Rêveberiya Xweser û QSD`ê daye nas kiriye  

Nûnerê Wezareta Derve yê Australia John Philip ku niha li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye, da zanîn ku hikumeta Australia keda ku Rêveberiya Xweser û QSD`ê di oxira şer û têkoşîna li dijî terorê DAIŞ`ê daye, nas kiriye.

 Nûnerê Wezareta Derve yê Australia John Philip îro serdana navenda Daîreya Têkiliyên Derve ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê li bajarê Qamişlo kir. Philip ji aliyê hevserokê Daîreyê Ebdullkerîm Umer û cîgira hevserokatiya daîreyê Ebîr Eliya ve hate pêşwazîkirin.

Herdu aliyan di civîneke girtî de, gelek mijar nîqaş kirin. Piştre, der barê tiştên ku hatine nîqaşkirin, civîneke çapemenî li Buroya Daîreya Têkiliyên Derve  hate dayîn. Gelek dezgehên çapemeniyê beşdarî civînê bûn.

Di destpêkê de, Ebdullkerîm Umer axivî û spasiya Nûnerê Wezareta Derve yê Australia John Philip ku serdana herêmê kiriye, kir.

Umer anî ziman ku herdu aliyan gelek mijarên istratejîk der barê çareseriyên aloziya Sûriyê ku derbasî sala xwe ya 9`an de dibe ku di encamê de bi hezaran kes bûne qurbanî û koçber bûn, her wiha bû sedema wêrankirina binesaziyê, rola QSD û Koalîsyona Navneteweyî di tunekirina  çeteyên DAIŞ`ê li herêmê Bakur û Rojhilatê Sûriyê de, nîqaş kirine.

Umer da zanîn ku wan bi nûnerê Wezareta Derve yê Australia der barê rikberiyên li pêşiya Rêveberiya Xweser piştî pêvajoya tunekirina çeteyên DAIŞ`ê derdikevin, şaneyên veşartî li herêmê û çawaniya tunekirina wan, çawaniya têkoşîna li dijî îdeolojiya DAIŞ`ê li herêmên ku di demên dawî de hatin rizgarkirin, nîqaş kirine û wiha dewam kir: “Di heman demê de, me rewşa xizmetguzarî, çawaniya xebata hevbeş ji bo xizmetkirina herêmên ku di encama êrîşên DAIŞ`ê de hatine wêrankirin, da ku DAIŞ`ê careke din derneke, bi nûnerê Wezareta Derve yê Australia nîqaş kirine.”

Hevserokê Daîreya Têkiliyên Derve yê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Ebdullkerîm Umer di berdewamiya axaftina xwe de got: “Em li ser çeteyên DAIŞ`ê yên biyanî û herêmî ku tevî malbatên xwe li gel me ne, her wiha hebûna bi hezaran ji koçber û penaberên ji herêmên Sûriyê ku divê destekeke mezin ji aliyê civaka navneteweyî ve were pêşkêşkirin, axivin.”

Ebdullkerîm Umer got wan bi awayekî berfireh rewşa siyasî, civînên Cenêvê û çareseriya aloziya Sûriyê nîqaş kirine û wiha domand: “Me her du aliyan lihev kir ku bê tunekirina terorê ew nagihêjin çareseriyeke bingehîn ji aloziya Sûriyê re bi awayekî niştimanî û demokratîk û avakirina Sûriyeke nû ya pirreng a demokratîk nenavendî. Her wiha me teqez kir ku Sûriyê pêşerojê divê nenavendî be, da ku careke din zordarî û dîktetorî venegere.”

Umer destnîşan kir ku wan herdu aliyan li ser pêwîstiya darizandina çeteyên DAIŞ`ê li herêmên Rêveberiya Xweser nîqaş kirine û got: “Ji ber ku ew li van herêman hatine girtin û li vir jî hemû delîlên der barê sûcên ku wan li ser vê axê kirine, hene. Her wiha me teqez kir ku ji mafê me ye em van terorîstan li gorî qanûnên navneteweyî bidarizînin.”

Piştî Ebdullkerîm Umer, Nûnerê Wezareta Derve John Philip axivî û di destpêka axaftina xwe de kêfxweşiya xwe der barê serdana herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê anî ziman û got: “Hikumeta Australia keda ku Rêveberiya Xweser û QSD`ê di oxira şer û têkoşîna li dijî terorê DAIŞ`ê daye, nas kiriye. Her wiha em dizanin ku Rêveberiya Xweser barê koçber û penaberan rakiriye, di heman demê de malbatên endamên DAIŞ`ê li van herêman jî dihewîne.”

 John Philip diyar kir ku wan bi Daîreya Têkiliyên Derve der barê çawaniya sivikirina fişarên ku li pêşberî Rêveberiya Xweser derdikevin, nîqaş kir û wiha dewam kir: “ Me li ser peydakirina mekanîzmeyekê ji bo hesabxwestin û darizandina çeteyên DAIŞ`ê yên teror li hev kir, di pêşerojê de em ê dateyên wê jî nîqaş bikin. Her wiha me li ser giringiya beşdarbûna hemû aliyan di xebatên çareserkirina siyasî ya pêşerojê ya ji bo çareserkirina aloziya Sûriyê de jî, nîqaş kir.”

(kc)

ANHA


Mijarên Din