​​​​​​​Jêvenegeriya parastina hebûnê: Xweparastin-1

“Heke hêzeke me yê ku bikarê cîhanê jî bin bixîne hebe jî em ê êrîşê kesê nekin, lê heke hemû cîhan bibe yek û bi ser me de were jî em ê ji mafên xwe yê parastina rewa qet tawîzan nedin.”

Di destpêka dîrokê de dema qlan, qebîle, eşîr civat, gel ango avakirina çanda jiyana hatine cem hev, bi nirxên hevpar yên ku mirovan bi hevre dide girêdan mekanîzmayeke hevbeş ya parastinê daye avakirin.

Navê vê mekanîzmaya hevpar xweparastine. Ji ferd heta civakê li hember mafê jiyanê gefên ku pêşdikevin de dikeve nav tevger ê.

Çand, ziman, nasname, jiyan an jî bi çek dibe ji bo parastina hebûnê xweparastine û amûrê wê yê bingehîn jî li berxwedan e.

Li ser axên mezapotamya- rojhilatanavîn navbera îslama dewletdar û îslama çandî ango civaka polîtîk de şerên ku qewimîne teqabûlê sedsala 7 – 12 de dike. Her tevgera gelerî bi zanebûna xweparastinê ji tevgera beriya xwe îlham girt û ji tevgerên din yên nû re, rê vekir.

Di navbera sedsala 5 û 12’dan de lihember dewletbûna ola, mînakên civakên ku bi berxwedane û bi xweparastinê li ser piyan mane em binêrin.

MAZDEK, BABEK Û HÛRREMİZM

Di sedsala 5’de serhildana Mazdek ya ku destpêkiriye bingehê xwe ji Manîzm’ê û Zerdeştiyê digre. Bi şahidiya dîrokê ve li derveyî dewlet de tevgera herî mezin ya xweparastinê de xwedî girîngiyek gelekê girîng e.

Di wateya parvekirina mal û milkan de yên navên wan hevpar, fikra wekheviya di navbera jin-zilam de û li ser mirovan desthilatdariyê û hukûmraniyê qebûl nake dike navenda felsefeya xwe.

Ji ber ku felsefeya wî di dema dewleta Sasanî ya ji hevketî xeter tê dîtin alîgirên wî di komkujiyan re tên derbaskirin. Mazdek’ê ku rêberê wan Kurd’e 499 de ji aliyê Sasaniyan de tê qetilkirin.

Hûrremîzîm, bingehê xwe dispêre felsefeya Zerdeştiyê û fikra komûnalîst ya Mazdek. Xeta wê jî parastina cewheriye. Ji ber ku nivîsandina dîrokê ji dîrok nivîsên desthiladaran re maye, di derheqê Hûrrem de pir zêde agahî nînin, heta tûne tên hesibandin. Tê zanîn ku fikra wekhevî ya ku Hûrrem belavkiriye, di serî de bajarê Rey heta di tevahî rojhilatanavîn de tevgerên civakî û demokrasiyê yên piştî wê pêşketine re jî bûye çavkanî. Hûrremîzîm heta sedsala 10’an ji tevgerên gel yê pêşketine re bûye fikir, cesaret, îlham û xwe berfirehkiriye.

 “Destana min destaneke wisa ye ku, ne bi Babek destpêkiriye, ne jî wê bi Babek biqede!”

Di berfirehbûna tevgerên Mazdek- Hûrrem de serhildana Babek xwedî ciheke girîng e. Ji girseyên gel destekek mezin dît. Di pêşengtiya Babek de bi avakirina arteşeke xweparastinê yê digihije deh hezaran, tê zanîn ku li dijî Ebbasiyan gelek şer qezençkirin e.

Babek ji aliyên Ebbasiyan de li Samara tê qetilkirin. Lê bi mîrasa yên beriya xwe girtiye û berxwedanên gel yên xweparastinê re bûne îlham û rê nîşan.

SERHILDANÊN ZENC

Efrîqiyên hatine kolekirin û anîne aliyê Cezîrê herêma Şatt-ul Erep : demên desthilatdariyên Emevî- Ebbasiyan de di navbera sedsalên 7 – 9’de ezmûna xweparastina ya tevgera Zenc e. Di bin wêneriya îslama ku bûye desthilatdar de di şertên gelek zehmet yên der mirovî, serhildaneke dijî koledariyê û bi armanca jiyaneke wekhev esas digre.

Li dijî desthilatdariya dewletên Emevî û Ebbasiyan xwedî berxwedaneke xweparastinê ya du sedsalî ye.

Tevgera Zenc, li dijî hêzên dewletê hêzên tekoşer yên demokratîk û civakî ye. Serhildan tenê bi koleyên Efrîqî re sînordar namîne. Tevî bedewiyan hemû gelên ku li dijî pergala desthilatdariyêne li derdora xwe komkirine.

Ji Basra, heta Cezirê, Misir heta Sudan’ê bi xeyalê wekheviyê pêl bi pêl gelê xwe rêxistinkiriye. Bi rêxistinkirina xweparastinê, li dijî îslama deshilatdar sekiniye.

Serhildana dawî; bi nasnavê Sahal-ul Zenc yê tê nasîn di pêşengtiya Alî Bîn Muhammed ve di sala 869 de li Basra’yê destpêkiriye.

Bi taybet weke model El-Muhtarê yên avakirine tevahî qadên di bin kontrola wan de ye rêxistinkirineke demokratîk hedef digrin. Milkê taybet nîne. Ax ji bo hemû civakê ne. Di tevlîbûn, hilberîn û bikaranînê de ked û parvekirin tê esas girtin. Kesek ji kesekê ne di jor re ye ne jî di jêr de ye. Herkes wekhev e.

Tevgera Zenc û tevgerên civakî yên wê demê li piştî li hember Ebbasiyan serdikevin, Ebbasî jî li hemberê vê çareseriyê bi Tirkan re di encama tifaq kirinê ve dikarin vê merhaleyê derbasbikin. Li dijî tifaqa Tirk û Ebbasiyan berxwedaneke mezin ya xweparastinê tê lidarxistin. Ji bo parastina pergala ku di bajarê El-Muhtarê de avakirine; jin, zilam û zarok li dijî Ebbasî û Tirkan berxwedaneke mezin ya xweparastinê pêşdixînin.

Di dawiya berxwedanê de jin, zarok, pîr, ciwan hemû gel di qetlîamê re tên derbaskirin. Bajar bi temamî tê talankirin. Tevî însanên di hundûrê wê de bajar tê şewitandin û kevir li ser kevir nahêlin. Weke bajareke wekheviyê nahêlin ti şop ji bajarê El- Mutarê bimîne.

Lê ev berxwedanî û rihê kollektîf yê xweparastinê li ser vê erdnîgariyê nehişt ku careke din koletî pêşbikeve û tevgerên ku piştî wan pêşketin re jî bûn îlham.

KARMATî

Tevgera Karmatî ji sala 870 destpê dike heta 1070 berdewam dike. Nêzî 200 sal li rojhilatanavîn de tevgereke herî mezin, berfireh ya civakî a xweparastinê ye.

Serhildana Karmatiyan hema wisa ji rêzê û ji ber xwe ve bi tevlîbûna hin kesan ve destpê nekiriye. Ji dibistaneke baweriyê an jî terîqeteke wêdetir e.

Karmatiyan xwe li ser 4 lingan rêxistinkirine. Rêxistinbûn, perwerde, aborî û xweparastin e. Di Karmatiyan de zanebûna xweparastinê gelekê bi hêz e. Karmatî felsefeya komûnalîteyê esas digrin, kesên ku li gund, navçe û di bajaran de jiyan dikin di heman demê de berpirsyarên wan deran jî bûne. Mînak Karmatiyek di roj zewiyên xwe çandinî dike êvarê jî tevlî hêzên xweparastinê jî dibe.

Karmatî di hundûrê sînorên Iraq yên îro girêdayî bajarê Necefê li navçeya Kûfe’yê nêzî navçeya Mûhtemabaz li gundê Dar’ûl Hîcre de yekemîn perwerdeya xwe ya aqademîk avakirine.

Di mijara rêxistinkirinê de jî di navbera gel û baweriyan de ti caran cûdabûn nexistinê û gorî her bawerî, ol û etnîkî xebateke xwe yê propagandayî dane meşandine.

Ji ber vê jî Karmatî ji tevgereke çînî gelek wêdetir e. Karmatî navê pergala pêkhateyên civakî yên dervî dewletê hebûna xwe karîne bidomînin.

Karmatiyên ku di sedala 9’de li dijî dewlet û desthilatdariyê bûne xetereya herî mezin, ji aliyê hevkariya Ebbasî –Tirk de rastî komkujiyên gelek mezin hatine.

Ji pêşengê Karmatiyan Hasan Bîn Mansur gotinên ku kiriye hin jî li ser vê erdnigeriyê lê tê gerîn, “wê şuna xirabiyê başî bi cih bibe, wê hemû kesên ji rê derketine ji holê rabin, wê heqê xwe bigre û însan weke roja ku ji dayîkbûye ê wekhev û azad bibe.”

NIRXADINÊN OCALAN YÊN DERBARÊ WÊ DEMÊ DE

Di rojhilatanavîn de derbarê vê dema bandorên berxwedanên xweparastinê de Rêber Abdullah Ocalan wiha penase dike:

“Bi taybet piştî wefata Hz. Muhammed, tesfiyekirina Ehlîbeyt û şunde bi xanedaniyên Emevî û Ebbasiyan re her ku çû kete merheleyeke paşverû. Gelek terîqet û tevgerên ku nûneriya gel dikirin piştî hatin perçiqandin, li şaristaniya rojhilatanavîn bi temamî tarîtiyek hat pêçan. Ev dem, dema tekoşîneke polîtîk û îdeolojîk ya ku tevahiya dîroke bandor dikê ye.

Xarîciyên ku weke tevgera kesên bindest û xizan jî derketine û di serî de tevgerên Hûrremî, Babekî, Karmatî, Haşîşî, Îsmaîlî gelek tevgerên batinî ya rast hem îdeolojîk û hem jî pratîkî tekoşîneke gelek mezin dane: weke ku sosyalîzmeke ewilîn temsîl û jiyankirin e. Lê ji ber ku weke hêzên hilberînê û têkiliyên şêweyê feodal yê ku diviya bû bibûhurê ji derbaskirinê nekarî rista xwe bileyîze, serkeftina van tevgeran gengaz nebûye. Lê dîsa jî di dîroka tekoşîna azadî û wekheviyê de ciheke xwe yê girîng heye.

ANHA


Mijarên Din