Kî gihiştina avê ji hin taxên Qamişlo re qedexe dike?

Hin endamên rejîma Sûriyê hewl didin tevliheviyê li nava bajarê Qamişlo derxin. Bi bo vê yekê jî rêya girtina avê bi kar tînin. Lê Mûdîriyeta Giştî ya Avê planên wan têk birin. Dê avê bê pere li şêniyan belav bike. Di wê derbarê de agahînameyeke qedexekirina firotina avê ji şêniyan re weşand.

Şêniyên hin taxên bajarê Qamişlo  azara kêmbûna avê dikişînin. Hinek ji van taxan, taxa Kornîş, bi taybet derdora goristana Kildan û Siyahî. Şênî li benda çareseriyekê ne ku ev pirsgirêk bûye axaftina kolanan.

Şêniyên taxên Siyahî û Kornîş li bajarê Qamişlo ji stasiyona Hilêliyê avê vedixwin û li rexê jî bi rêjeyekî kêm ji stasiyona taxa Cexcex jî vedixwin. Her wiha cihê belavbûna torên avê yên sereke ku avê dide her du taxan û yê ku bi henefiya Sundis di navbera goşeya Ewlehî ya li nêzî Saziya Kanseran a Sundis de tê nasîn di bin serweriya endamên rejîma Sûriyê de ye.

Li gor Mûdîriyeta Giştî ya Avê ya bajarê Qamişlo, hin endam û leşkerên girêdayî rejîma Sûriyê di goşeya Ewlehî ya li naverasta Qamişlo de torên avê yên ji bo taxên Siyahî û Kornîş bi rêya henfiya Sundis, digirin. Ji lew re rêjeya herikîna avê ya ji her du taxan ji stasiyona Hilêliyê kêm dibe. Şênî jî bi radeyekî kêm hilberîna xwe didin ava stasiyona taxa Cexcex.

Di vê çarçoveyê de gerînendeya Giştî ya Mûdîriyeta Avê ya kantona Qamişlo Ronak Oskan wiha got: "Endamên rejîmê henefiya Sundis li ser taxên Kornîş û Siyahî digirin. Mudîryet niha çavdêriyê li ser wan torên avê dike û hewl dide pirsgirêkê çareser bike.”

Dabînkirina avê ji şêniyan re bê pere

Ji ber banga şêniyan ji aliyekî û lîstikên bênavber ên ji aliyê endamên rejîmê ve bi torên avê û da ku azarên şêniyan sivik bikin, Mûdîriyeta Giştî ya Avê li Qamişlo ji vê sibehê de hin stêrên avê bê pere heta çareserkirina pirsgirêkê, xistine xizmeta şêniyan.

Li aliyekî dîtir jî Mûdîriyeta Giştî ya Avê agahnameyek weşand ku "Qedexeya avê bifroşin şêniyan”. Li rexê jî divê xwediyên stêran li gor agahnameyê tevbigerin û heke pêk neanîn dê alavên wan bên girtin. Her wiha jî diyar kir ku divê xwediyên stêran avê ji şêniyan re dabîn bikin û bodçeya wê jî tê dayîn.

(fr)

ANHA


Mijarên Din