Kî li pişta revandina jinên DAIŞ ên li kampa Holê disekine?

Nameyên di nava komek ji jinên DAIŞ’ê yên ku hewl dane ji kampa Holê birevin de çawaniya pêkanîna serçeteyên DAIŞ’ê yên li Idlibê ku cihê herî zêde ya artêşa Tirk a dagirker tê de heye, jinan bi rêya şaneyên veşartî direvînin herêmên di bin dagirkeriya delweta Tirk li Sûriyê de û ji wir jî ber bi Tirkiyê ve dişînin.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn duh 5 jinên DAIŞ’ê yên ji welatiyên rûsî ne tevî 13 zarokên di navbera 1-7 saliyê de ku hewl didan ji kampa Holê birevin, girtin.

DAIŞ XEBATÊN REVÊ LI HERÊMÊN KU TIRKIYÊ DAGIR KIRINE BI RÊXISTIN DIKE

ANHA’yê hin axaftin û dengên qeydkirî ji telefona jina koordîna dike û têkiliya bi jinên kampê  û berpirsên DAIŞ’ê yê li Idlibê re datîne wergirtin. Navê wê Seîde Sultan Mewlûd û welatiya ji Rûsyayê ye.

Di axaftin û nameyên ku bi rêya Wtas Apê şandine diyar dibe ku, Seîde Sultan Mewlûd bi berpirsê ku jinan ji kampên Rêveberiya Xweser ber bi herêmên ji hêla Tirkiyê ve hatine dagirkerin re di pêwendiyê de ye û navê wî Ebû El-Haris El-Iraqî ye, her wiha niha jî li bajarê Selqîn dûrî sînorê Tirkiyê bi 5 km re, her wiha Seîde bi berpirsê malbatên DAIŞ’ê yên biyanî bi navê Ebû Salih û berpirsê veguhastina jinan bi navê Hecî Şakir re diaxive.

Li aliyekî din jî di nameyên Seîde de diyar dibe ku bi çeteyê bi navê Ebû El-Haris El-Iraqî yê berpirsê revandina jinên çeteyên DAIŞ’ê ji kampa Holê ber bi bajarê Cerablus, Bab û Idlibê re ku artêşa Tirk a dagirker dagir kirin re pêwendîdar.

Ji qeyd û nameyan eşkere dibe ku çeteyê bi navê Ebû El-Haris ku ji Iraqê ye niha li Idlibê ye û nimreyên telefonê yên tirkî bi kar tîne, her wiha bi fermanê berpirsê DAIŞ’ê Ebû Salih tev digere, her wiha jinên DAIŞ’ê bi erebeya bi cureya Van H1 ku ajokarê wê Hecî Şikrî ye direvîne. Ew berpirsê veguhastina jinên DAIŞ’ê ye piştî ku ji kampê derketin, her wiha jinan dibe Cerablus, Babê û piştre jî dibe Idlibê. Ev jî di axaftinên di navbera Seîde Sultan Mewlûd û DAIŞ’ê ajokar ê bi navê Hecî Şikrî eşkere dibe.

Di axaftineke dîtir de têkiliya DAIŞ’a bi navê Seîde bi berpirsê malbatên çeteyên DAIŞ’ê yên biyanî Ebû Salih re eşkere dibe, tê de Seîde li ser dabînkirina 4 jinên DAIŞ’ê yên ji Rûsyayê tevî 9 zarokên wan ku ji kampê birevîne û bişîne Idlibê, diaxive.

LI HERÊMÊN ARTÊŞA TIRK DAGIR KIRINE Û LI TIRKIYÊ CIHÊN PÊŞWAZIYA JINÊN DAIŞ`Ê HENE

Name û dengên tomarkirî yên di navbera her du aliyan de piştrast dikin ku 3 mêvanxaneyên jinên çeteyên DAIŞ`ê li herêmên artêşa Tirk dagir kirine hene, ji van herêman"Carablus, Bab û Idlib". Her wiha mêvanxaneyek li Tirkiyê jî heye, jinên DAIŞ`ê tê de kom dibin heta wan bi çeteyekî DAIŞ`ê re dizewicînin an jî tevgera wan li wê herêmê hêsan dikin.

Ajansa me hevdîtin bi DAIŞ`iya bi navê Seyîda Sultan Mewlûd re çêkir û Seîde ragihand ku ew koordînasyonê di navbera jinên DAIŞ`ê yên li kampê û berpirsên DAIŞ`ê yên li parêzgeha Idlibê ya Sûriyê dike.

Seîde (30) salî ye û 5 zarokên wê hene û bi xwe Rûsî ye, navên zarokên wê wiha ye"Meryem, Sefiya, Zeyneb, Îlyas û Îsmaîl"e, hevserê Seîde ji Birîtanyayê ye û navê wî Hesen Yaqûb e. Li gorî Seîde Yaqûb berpirsê karûbarên rêveberiya malbatên kuştiyên çeteyên DAIŞ`ê û niha li gel QSD`ê girtiye.

Seîde têkildarî derbasbûna Sûriyê got: " Piştî ku hevserê min xwest were Sûriyê û tevlî cîhadê bibe, ez û wî dawiya 2015`an derbasî Sûriyê bûn. Em bi rêya xaka Tirkiyê re derbas bûne û paşê ji wir derbasî Reqayê, Bokemal bûn û ji wir me berê xwe da Hecînê û paşê Baxozê li wir hatine girtin."

Seîde bi lêv kir ku ew hîn jî Ebû Haris û Ebû Salih re dide û distîne da ku jinên DAIŞ`ê ji kampê birevînin û bi rêya Carablusê û Babê wan derbasî parêzgeha Idlibê bike.

Tevî ku hêzên ewlehiyê yên li kampa Holê tedbîran digirin lê dîsa jî jinên DAIŞ`ê hewldana reva ji kampê dikin.

Li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kampa Holê xetertirîn kamp e, niha 66 hezar koçber û penaber lê dimîn, ji wan zêdetirî 40 hezar malbatên çeteyên DAIŞ`ê yên ji Sûriyê, Iraqê û biyaniyan e.

QSD`ê ji destpêka avakirinê de û heta niha 19 hezar çeteyên DAIŞ`ê girtine û 53 dewletên biyanî ne û niha di girtîgehên QSD`ê de ne, tevî 40 hezar malbatên DAIŞ`ê, barekî giran li ser Rêveberiya Xweser çêdikin û civaka navdewletî bê deng e.

)fr-eh(

ANHA 


Mijarên Din