​​​​​​​Kê sûdê ji siyaseta ENKS‘ê digire?

Serokê Partiya Kesek a Kurdistanê Luqman Ehmê siyaseta “Encumeniya Niştimanî ya Kurd li Sûriyê” (ENKS) ya li dijî yekîtiya Kurdan rexne kir û got: “ENKS ji yekîtiya Kurdan direve.”

Serokê Partiya Kesek a Kurdistanê Luqman Ehmê îşaret bi insyatîfên ku di demên dawî de bi armanca yekrêziya Kurdî hatine ragihandin kir û got: "Di demên dawî de gelek insyatîf hatin ragihandin, di nav de insyatîfa Komîteya Kongreya Netewî ya Kurdistanê – Rojava ya 1‘ê Çileya 2019‘an. Li gorî wê komîteyek hate avakirin, erka vê komîteyê bi hêz û partiyên Kurdî yên li Rojava re bikeve nava têkiliyan. Lê mixabin partiyên ENKS‘ê bersiva vê insyatîfê nedan.

‘JI INSYATÎFA YEKRÊZIYA KURDÎ DIREVE‘

Ehmê di berdewama axaftina xwe de got: "Me hêvî dikir ku insyatîfa fermandarê Giştî yê QSD‘ê Mezlûm Ebdî biser ketiba, lê heta niha biser neketiye. Ji ber ku yên ji insyafîta KNK‘ê reviyan niha ji insyatîfa QSD‘ê jî direvin."

Luqman Ehmê bal kişand ser sedema reva ENKS‘ê ji insyatîfên yekîtiya Kurdî  û wiha pêde çû: “Hertim hin hêz û partiyên siyasî hene ku ji yekîtiya netewî û berxwedana neteweyî direvin. Ev yek bi taybet jî di dema şoreş biser dikeve û her kes mafên xwe bidest dixin, tê holê.”

‘DI NAVBERA ENKS Û DEWLETA TIRK DE TÊKILYÊN KÛR HENE‘

Ehmê hewlanên hin koman ên astengkirina xebatên yekîtiya Kurdî bi bîr xist û wiha domand: "Dema di sala 1991’an li Başûrê Kurdistanê serhildana gel çêbû, komek bi navê Cihûş hebû ku rejîma Iraqê ew li dijî serhildanê bikar anîn. Piştî serkeftina şoreşê û îtîrafkirina hêzên herêmî bi rewabûna Başûr koma Cihûş beşdarî rêvebirina Başûrê Kurdistanê bû. Li Rojava jî heman tişt heye, hin partî hene rewşa wan mîna ya Cihûşan e."

Derbarê civîna di navbera Wezîrê Derve yê Tirkiyê Çavuşoglu û nûnerên ENKS‘ê de, ku 16‘ê Sibatê hatibû lidarxistin Ehmê got: "Her çiqas Rêveberiya Xweser di aliyê dîplomasî de gavên mezin diavêje û îtîraf pê tê kirin, têkiliyên ENKS û Tirkiyê kûr dibin. Beriya niha jî ENKS‘ê bi rêya Îtîlafa Sûriyê bi îstîxbarata Tirk re dida û distand. Piştre bêyê navbeynkar bi awayekî raste rast têkilî pê re çêkir. Niha bi wezîrê derve yê Tirkiyê Mevlud Çavuşoglu re rûdinê. Her çiqas projeya Rêveberiya Xweser pêş dikeve ne ecêbe ku Erdogan bi xwe pêşwaziya endamên ENKS‘ê bike."

‘GELO ENKS, JI GELÊ KURD AN JÎ JI DEWLETA TIRK RE KAR DIKE?'

Ehmê da zanîn ku her kes dizane ku ENKS bi vî şekli nikare xwe ji xizmeta dijmin xilas bike û wiha axivî: “Hevdîtinên ENKS bi berpirsên Tirk re gelo xizmeta kê dike? Xizmeta gelê Kurd an jî xizmeta berjewendiyên kesayeta dijmin dike? An jî rewabûnê dide dijminê ku êrişê gelê Kurd û destkeftiyên wê dike.

Divê gelê Kurd bi hestiyarî li vê mijarê nenere. Divê bi nêrîneke dirust binere. Ji ber ku mijara sereke ew e ku projeyek berxwedan û têkoşênê heye. Li aliyek din jî projeyek xwe ya xwe radestkirinê ji dewleta Tirk a dagirker re heye."

‘YEKÎTIYA KURDÎ BÊYÎ ENKS JÎ PÊKAN E‘

Hinek nêrîn hene ku dibêjin yekîtiya Kurd bê ENKS jî pêkan ne. Luqman Ehmê di vê mijarê de wiha axivî: “Her kes hêviya yekîtiya netewî dike. Lê di ti dewletê de ev yek pêk nehatiye. Ji ber ku her tim hêzek şoreşger heye û hêzek dijber heye. Dema hêzên şoreşger biser dikeve, hêzên dijber bi çi awayekî be dikeve nav civakê. Dema em bang li partiyên siyasî yên kurdî dikin ku tevlî yekîtiya netewî bibin ev nayê wê wateyê ku bêyî tevlêbûna wan yekîtî nabe. Lê belê ji bo dewletên dijber sûdê ji wan negire û wan wekî xaleke lewaz bi kar neynin û êrişan neke, em dibêjin divê ew jî bên yekîtiyê."

ANHA


Mijarên Din